Ji bo Dayîka Plaza de Mayo Nora Cortiñas merasîm

Dema bi sedan kes beşdarî merasîma cenazeyê Nora Cortîñas a yek ji damezrênerên Dayîkên Plaza de Mayo bûn, hezkiriyên wê al û kulîlk danîn kêleka tabûtê.

Navenda Nûçeyan - Li Arjantînê bi sedan kes beşdarî merasîma cenazeyê Nora Cortîñas a yek ji damezrênerên Dayîkên Plaza de Mayo bûn.

Ji bo Nora Cortîñas, yek ji damezrênerên Komeleya Dayîkên Qada Gulanê (Plaza de Mayo) ku di dema derbeya leşkerî ya li Arjantînê de kesên bi zorê hatin windakirin şopand, li paytext Buenos Airesê merasîma cenazeyê hat lidarxistin. Bi sedan kes beşdarî merasîmê bûn.

Dayîkên Plaza de Mayo ji aliyê dayîkên Arjantînî yên ku zarokên wan di dema dîktatoriya leşkerî ya di navbera salên 1976 û 1983'an de hatin windakirin ve hat avakirin. Dayîkan di sala 1977’an de li ber Qesra Serokatiyê ya li Plaza de Mayo û Casa Rosa ya paytext Buenos Aires dest bi çalakiya xwe ya yekemîn kirin. Têkoşîna dayîkên ku hîcabên spî li xwe kirine îlham daye tevgera mafên mirovan a hemû cîhanê.

Nora Cortiñas, di heman demê de alîgirê têkoşîna gelê Kurd jî bû. Nora Cortîñas ku ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a di sala 2018’an de ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di Adara 2019’an de cara duyemîn çû Kurdistanê û bi gelê Kurd re dinava hevgirtinê de bû. Herî dawî jî beşdarî kampanya, civînên çapemeniyê û çalakiyên li hemberî sûcên şer ên dewleta Tirk bû. Nora Cortîñas jî di nava bangawaziyên li parzemînê de pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Kurdistanê re Statuya Siyasî’ ya ku di meha Cotmehê de hatibû destpêkirin de bû.