Di êrişên dewleta Tirk de 4 şervan jiyana xwe ji dest dan 11 welatî birîndar bû

Dewleta Tirk îro êrişî gundewarê navçeya Til Hemîs a Kantona Cizîrê kir. Di encam de 4 şervanên HSD jiyana xwe ji dest dan û 11 welatiyên ku piraniya wan jin û zarok in birîndar bûn.

Qamişlo – Dewleta Tirk îro bi balafirên bi çek û bê mirov (SÎHA) êrişî bajarên Til Koçer û Til Hemis ên Kantona Cizîrê ya Herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Hat ragihandin ku di encama êrişan de 4 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jiyana xwe ji dest dan û jin û zarok jî di nav de 11 welatî birîndar bûn.

HSD’ê derbarê êrişan de ev daxuyanî da: “Artêşa Tirk a dagirker îro Înê piştî nîvro û di saetên êvarê de 8 caran bi balafirên keşfê, nuqteyên hêzên me tevî mal û otombîlên sivîlan hedef girtin û di encamê de sivîl û leşker şehîd û birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên keşfê nuqteyeke hêzên me ya li navçeya “Til Hemîs” û noqteyeke din a xweparastinê ya li derdora bajarê Qamişlo bombebaran kir. Bombebaranan her wiha malên sivîlan kirin armanc, her wiha 2 caran bi balafirên bê mirov û sê caran jî otombîlên sivîlan kirin hedef û di encamê de 11 sivîl birîndar bûn. Ev yek di demekê de bû ku firokeyeke din a bê firokevan ambulanseke ku hewl dida şehîd û birîndaran derxîne kir armanc. Di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de 4 şervanên me gihiştin asta şehadetê û 11 sivîl jî birîndar bûn.”

Navê 9 birîndarên li nexweşxaneyan tên dermankirin wiha ne:

Navên birîndaran wiha ne: Mûsa  Mûsa (60), Emîre Salih Mûsa (40), Nuha Mûsa, Meryem Dawud Mehmûd (50), Hanî Yasîn Mûsa (30), Leys Îbrahîm Mûsa (17), Mihemed Mûsa (11), Îzedîn Silêman Mûsa (30) û Mûsa Mûsa (17).