Li Şehbayê êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin

Meclisa kantona Efrîn-Şehbayê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da.

Şehba- Dewleta Tirk êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di van rojên ku gelê herêmê bi hilbijartinan re mijûl in de, dijwartir dike û sivîlan hedef digre. Ji bo ku armanc û îradeya gelan biçewsîne û hilbijartinên ku li herêmê pêk tên vala derxe êrişan zêdetir kiriye. Meclisa kantona Efrîn-Şehbayê li wargeha Serdem a navçeya Ehdasa Şehbayê ji bo şermezarkirina êrîşên ewleta Tirk li ser herêmê daxuyanî da. Di daxuayniyê de endamên meclisê û saziyên wargeha Serdem amade bûn.

Daxuyanî ji aliyê hevseroka Meclisa kantona Efrîn-Şehbayê Melek Hisên ve hat xwendin û wiha hat gotin:

"Hêzên hegemon û yên destekê didin wan û yên ku bi dîktatoriyê tên naskirin li herêmê, bi taybetî dewleta faşîst a Tirk ji aliyê nijadperest, netewperest û olperestan ve tê birêvebirin. Karê wan ew e ku bi riya mudexelekirina kar û barên dewletên herêmê û ji bo serhildanên gelan ji bo azadiyê û rûmetê buçewisînin îradeya gelan di Rojhilata navîn de bişkînin. Dewleta faşîst a Turkiyeyê ji ber di krîzên hundirîn ên pir mezin ên aborî, siyasî û antî demokratîk re derbas dibe û her diçe derdora vê hikûmeta faşîst vala dibe. Ruxmî ku pir hîle û hewldanên faşîst li ser gel meşandin, jî di hilbijartinên xwecihî de bi bin ket lewma li hemȗ riyan digere ji bo êrîşî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Ji ber Rêveberiya Xweser ji cîhanê bi gîştî re îsbat kir ku ew temsîliyeta hemû pêkhateyan dike û li ser vê bingehê biryara lidarxistina hilbijartinên şaredariyan girt û hemû dewlet û rêxistinan vexwend ku çavdêriya van hilbijartinan bikin."

Melek Hisên di dawiya daxuayniyê de diyar kir ku ruxmî êrîşan wê gel bi îsrar biçe ser sindoqan û wiha got: "Gef û êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Rêveberiya Xweser pir zelal û eşkere ne ku ji bo qirkirina gelan û vîna wan a azad bişkîne wan hedef digre. Ev eriş hemû zagonên navneteweyî binpê dikin. Em weke gel li kantona Efrîn û Şehbayê bi hemû sazî û dezgehên xwe êrîşên hovane yên dewleta Tirk li ser herêmên Rêveberiya Xweser şermezar dikin. Her wiha em îlan dikin ku wê gelê me bi îsrareke mezin biçe ser sindoqan û îradeya xwe diyar bike."