Li Hindistanê hejmara kesên ji ber germê jiyana xwe ji dest dan bû 40

Li Hîndîstanê ji ber germa zêde ya ku ev hefteyeke bandor li welêt kiriye hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 40’î û bi sedan kes jî li nexweşxaneyan hatin dermankirin.

Navenda Nûçeyan- Germa zêde li Hindistanê bandoreke neyînî li jiyana mirovan dike. Wezareta Meteorolojiyê ya Hindistanê (IMD) ragihand ku termometre li eyaleta Haryana 48,2 û li Biharê 48 pile nîşan dan.

Li eyaleta Uttar Pradeşê 17, li eyaleta Biharê 14, li Odîşayê 5 û li eyaleta Jharkandê jî ji ber germa ku bandorê li piraniya welat dike 40 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gor daxuyaniya rayedaran ji 17 kesên ku li Uttar Pradeşê jiyana xwe ji dest dane 15 û li Biharê jî ji 14 kesan 10 kes wezîfedarên hilbijartinê ne.

Ji aliyê din ve, rayedarên eyaleta Jharkhand ragihand ku li herêmê hezar û 326 kes bi giliyên felcê germê serî li nexweşxaneyê dane. Hat diyarkirin ku pêla germê wê heta dawiya hefteyê dewam bike. Hat ragihandin ku li eyaleta Biharê dê heta 8’ê Hezîranê dibistan û navendên perwerdeyê girtî bimînin.