Kombûna Jinan a Zenûbya sê salên bi xebat li pey xwe hişt

Kombûna Jinan a Zenûbya ku xwe li bajarên Reqa, Minbic, Tebqa û Derêzorê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêxistin dike, di 3 salan de bi kampanya, xebat û perwerdeyan di civakê de gunerînên di warê zihniyetê de ava kir.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic- Kombûna Jinan a Zenûbya di roja 1'ê Hezîrana 2021'ê de li bajarê Reqayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdariya 150 jinan bi kongreya ku li darxistin hat avakirin. Di kombûna ku têkoşîna jinan a hevpar esas digre, ji derveyî Reqayê ku ji DAIŞ'ê hat rizgarkirin, li bajarên Minbic, Tebqa û Dêrazorê jinên Ereb, Kurd, Çerkez, Tirkmen, Ermen, komên Suryanî yên nijadî yên cuda û olên cuda di nav de. de cih digrin.

Kombûnê di pêvajoya sê salên derbûsbûyî de bi xebat û kampanyayan bal kişand ser jinan, der barê girîng ên civakê yên weke zewaca di temenê biçûk de, tundiya li dijî jinan, xwendekar, hevberdan, nefeqe, mîras û welayetên zarokan her wiha. di mijaren behsa polîtîkayan de xebatan meşand.

Kombûnê der barê neteweya demokratîk de, azadiya jinan û ji aliyekî hişmendiyê de gelek dewreyên perwerdeyê xistin meriyetê. Her wha hevşaredarên ku di 11'ê Hezîranê de bikevin hilbijartinên herêmî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi pêş hilbijartinan diyar kirin. Kombûna Jinan a Zenûbya di civakê de guhertinek girîng a zihnî û jiyanî ava kir, hebûna jinan di jiyana civakî de, hêza îradeyê di parastina ji astek girîng de derket holê.

'Li Reqayê jin li bazarên koleyan hatin firotin'

Berdevka Kobûna Jinan a Zenûbya Xoz El Îsa diyar kir ku nêzî 3 salan e di encama têkoşîna wan a bê westan de bi serketinê dikaribûne xwe bigihînin gelek jinan di nava civakê de û wiha got: “Jinên li vê herêmê, salên dirêj bêedaletî, cihêkarî, bê nasnamebûn jiyan. Jin tune hatin hesibandin, serkeftinên wan ji aliyê zihniyeta mêr ve hatin xespkirin. Jin di dema DAIŞ'ê de di îşkenceyên herî dijwar re derbas bûn. Li Reqaya ku DAIŞ'ê ji bo xwe weke paytext didît jin di bazarên koleyan de hatin firotin. Hêzên YPG-YPJ û QSD herêma me rizgar kirin.”

 'Ked û berhemdan bê azadî nayê parastin'

Xoz El Îsa da zanîn ku Kombûna Jinan a Zenûbya li bajarên Reqa, Minbic, Tebqa, Dêrazorê, xwe bi rêxistin kiriye û wiha got: “Piştî şer van çar bajaran, ji bo jin hêz, kesayet û têkoşîna xwe diyar bikin pêwîstî bi rêxistineke wiha. dîtin. Li her bajarî meclisa xwe û mezin xwe ava kir. Der barê xebatên me de pêşniyar ji 4 bajaran hatin û di xalekê de hatin ba hev. Ked û berhem, rêxistinbûna neyê dîtin nayê parastin. Ji ber vê pêwîstiyê, Kombûna Jinan a Zenûbya hat avakirin.”

'Tevî hemû zehmetiyan me serkeftinên mezin bi dest xist'

Xoz Elî Îsa destnîşan kir ku Kombûna Jinan a Zenûbya xwe li ser komîteya dîplomasî, çapemenî, perwerde, çand, tendirustî û aborî bi rêxistin kiriye û got:

“Bi perwedeyan, em hewl didin jinan hişyar bikin. Li dijî îdeolojiya zîhniyeta ku DAIŞ'ê ava kiriye em jinan hişyar dikin. Bi heman awayî yên ku jinan diperçiqînin, qetil dikin li dijî orf û edetan em perwerdeyan didin. Bi xebatên malan me xwe gihîştand gelek jinan. Jin me weke referansa herêma pêkanîna edaletê, malbat û civakê dibînin. Em peymana civakî û mafên wan ji jinan re dibêjin. Peymanên civakî, rêxistina jinan jî di nav de gelek mafan didin. Peymanek mafê wan diparêze û destkeftiyên wan dixe sîstema ye. Mafê bijartin û hilbijartinê cih digre. Di vê pêvajoya 3 salan de bêyî ku em dizanin westan çi ye me xebatan da meşandin. Navê kombûna me li herêmê dengek mezin veda. Tevî zehmetiyên em rastî tên jî me sekeftinên mezin bi dest xist. Em ê bi serkeftinên xwe berdewam bikin.”

'Armanca me parvekirina têkoşîna jinan e'

Endama Meclisa Minbicê ya Kombûna Jinan a Zenûbyayê a ji gelê Çerkez Nacîa  Hac Muhammed jî bal kişand ku Kombûna Jinan a Zenûbya li qadên ku hatiye rizgarkirin weke sîwaneke ku jinan tîne ba hev û wiha got:

“Weke jin ev yekitî bihevrebûn, serkeftina kombûna me ye, ji bo bajarên me hêzek mezin didin me. Di heman demê de li dijî êrişên li ser xak û sîstema me sekna me bi hêz dike. Sekna me li hember qadên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin heman e. Em li dijî her cureyê dagirkeriyê ne. Ji ber xaka me, ya me hemûyan e û parastina wê jî di berpirsiyariya me hemûyan de ye. Weke kombûn, em hewl didin jinan hişyar bikin û azad bikin. Ji ber azadbûna jinan, azadbûna civakê ye. Em komînan dest pê bikin heta dikarin xweser bikin. Armanca me ew e ku em vê ewrê reş li ser Sûriyê rakin û têkoşîna jinan hevpar bikin da ku ji bo hemû jinên Sûriye bibe mînak.”