Wêneyê karesata lehiyê ya li Sûdanê giran e

Hejmara karesata lehiyê ya ku ji ber barana zêde li gelek parêzgehên Sûdanê çêbû, giran e. Hat ragihandin ku 75 kes jiyana xwe jidest dane û bi deh hezaran xanî ji ber lehiyê kavil bûne.

Navenda Nûçeyan – Ji ber lehiyê ava Nîlê ya Sûdanê li bakur, Nîlê Spî li başûr û li eyaletên El Cezîre li naverastê de, bi deh hezaran xanî di bin avê de man û bi hezaran xanî jî nebaş bûn. Hate diyarkirin ku 75 kesan jiyana xwe ji dest dane, 50 hezar xanî hilweşiyane û bi hezaran xanî jî nebûna jiyanê. Hat ragihandin ku ji sedî 50’yê zeviyên çandiniyê di bin avê de man û 33 tesîs jî nekarîne bên bikaranîn.

Hikûmeta Sûdanê bang li rêxistinên mirovî kir ku xwarinên lezgîn, pêdiviyên bijîşkî û ava vexwarinê bidin mexdûrên lehiyê.

Tê texmînkirin ku ji ber barana zêde ya ku di navbera Tîrmeh û Tebaxê de bi bandor bû li welêt lehî rabû û zêdeyî 100 kesî jiyana xwe ji dest dane.