Sosyalîstên rakirin nexweşxaneyê rastî lêdanê hatin

4 sosyalîstên ku di nav de endamên ESP û SKM MYK Ebru Yîgît û Hatîce Denîz Aktaş jî di nav de li nexweşxaneya ku ji bo kontrola tenduristiyê sewqî nexweşxaneyê hatin kirin, rastî tundiyê hatin.

Navenda Nûçeyan – Endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) MYK Ebru Yîgît û Hatîce Denîz Aktaş jî di nav de 4 sosyalîstên ku hatibûn binçavkirin, ji bo îfadeyên wan ên li dozgeriyê sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin. Ebru Yîgît û Hatîce Aktaş ên ku di saetên ewil ên 18'ê Tebaxê de li Gazî Mahalesiya Stenbolê ji mala ku weke mêvan lê diman hatin binçavkirin, rastî îşkenceya lêgerîna tazî hatin.

Îfadeya li dozgeriyê ya sosyalîstan dest pê kir. Sosyalîstan diyar kirin ku li servîsa Covîd a Nexweşxaneya Dewletê ya Bayrampaşayê ji bo kontrolê wan birine, rastî tundî û lêdanê hatine.