Dewreya perwerdeya dirûnê ya li Kerkukê hatibû destpêkirin, bi dawî bû
Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê RJAK dewreyek ya perwerdeya dirûtinê li Kerkuk vekir û di roja dawî de endamên beşdarî dewreya perwerdê bûn belgeyên xwe yên spasiyê girtin.
Kerkuk - Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê RJAK ve dewreyek ya perwerdeya dirûnê hate vekirin û ev dewreya perwerdê dû hefteyan dom kir û duh di roja dawî ya dewreya perwerdê de endamên beşdarî perwerdê bûne belgeyên xwe yên spasiyê wergirtin.
10 jin beşdarî dewreya perwerdeya dirûnê ku dû heftiyan berdewam kir, bûn. Armanca vekirina vê dewreya perwerdê ji bo jinên Kerkukê, ji bo pêşxistina hêza jinan û bejdarbûna jinan a di karê serbixwe û aboriya jinê de û her wiha ji bo kêmkirina rêjeya bêkariyê û bilindkirina asta rewşenbîrî ya jinên bajarê Kerkukê ye.
“Armanc ew e ku jin bibin xwediyê karên xwe”
Dûh di roja dawî ya perwerdê de endamên beşdarî perwerde bûbûn belgeyên xwe yên spasiyê girtin, mamostayê dewreya perwerdê Rêwend Xelîl di derbarê vê dewreya perwerdê de axivî û got: “Weke Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê ya Kerkukê, me weke pêwîstiyekê dit ku em carek din dewreyên perwerdeyên bi vî awayî ji bo jinên Kerkuk vekin da ku jin bikarin di asta pîşeyî de beşdar bibin, bibin xwedî karê xwe û bi xwe alîkariya xwe bikin û di aliyê aboriya xwe ya serbixwe de xwe pêş bixin. Ez di wê baweriyê de me ku demê pêş bikaribin xizmetek zêdetir pêşkêşî jinên Kerkukê bikin û divê jin bizanibin çiqas mezin in û divê ji bo rêvebirina kar baweriya wan bi wan hebe.”