Rêxistina Sara û Kongra Star a Hesekê qetilkirina zarokan şermezar kir

Rêxistina Sara û Kongra Star a Kantona Hesekê êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û di van êrişan de hedefgirtin û qetilkirina zarokan bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Hesekê – Dagirkeriya tirk êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û bi hinceta parastina ewlehiya xwe, sûcên herî hovane li dijî zarok û gelên heremê pêk tîne. Sûcê dawî yê hovane ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hat kirin roja 18’ê Tebaxê bû. Dema ku dibistana keçan a di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de ye ku dikeve ser rêya di navbera Til Temir û Hesekê a gundê Şemoka topbaran kir û di encam de 4 zarokên keç jiyana xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.

Têkildarî vê mijarê Rêxistina Sara û Kongra Star a kantona Hesekê bi daxuyaniyekê sûcên hovane yên dewleta tirk li dijî gelan bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêxistina Sara Fereh Mihemed Bisês ve hat xwendin.

“NY ji van êrişan berpirsiyar e”

Fereh Mihemed Bisês têkildarî êrişên dewleta Tirk wiha got: “18’ê Tabaxa 2022'an balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker navendeke perwerdekirina zarokên keç a di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ya li gundê Şemoka yê li ser rêya Hesekê - Til Temirê bombebaran kir. Di encamê de 4 zarokên keç jiyana xwe ji dest dan û 11 jî birîndar in. Ev êrişên li dijî projeya Netewa Demokratîk dewam dike, bi van êrişan dixwazin îradeya gelê herêmê tune bikin. Li hemberî van êrişan NY berpirsyar e. Pêwist e ji ware axaftinê derkevin û bi cidî li ser sûcên dewleta Tirk ku di derheqê vî gelê dide meşandin bisekinin. Em bang li rêxistinên mirovî dikin ku qada hewayî bisekinînin da ku rê li ber qetilkirina zarokên vî gelî were girtin.”

Fereh da zanîn ku hedefgirtina van keçan hedefgirtina bingeha civakê ye û wiha axaftina xwe domand: “Ev zarok perwerde didîtin. Bi rihê xwe yê ciwantî dixwestin bibin pêşengê civakê û rolek wan di avakirina civekek rast û bi exlaq de hebe. Lewma ev êriş pêşeroja civakê hedef digre naxwazin civak di bin sîwana Netewa Demokratîk de pêşbikeve û ji zihniyeta bavksalarî xelas bibe lewma êrîş dewam e.”

“Emê nirxên şoreşê biparêzin”

Endama Komîteya Qada Civakî ya Kongra Star a Kantona Hesekê Fehîma Ehmed tekez kir ku dewleta Tirk bi van êrişan nirxên şoreşê ku bi ked û fedekariya jinan hatiye avakirin armanc dike û wiha axaftina xwe domand: “Li hemberî îradeya gelan ku daxwaza mafê xwe yê azadiyê dikin planek qirêj tê meşandin, îro li hemberî vî gelî hemû dewlet bûne yek da ku berjewendiyê xwe pêk bînin. Lê şoreşa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan gelê wê tu carî naweste û li hemberî planên qirkirinê em ê asta têkoşînê bilindtir bikin. Em wekî rêxistinên jin êrîşên ku pêk tên, weke êrişên li ser nirxên vî gelî pênase dikin. Lewma erka her jinekê ye ku îro xwedî li nirxên şoreşê xwe derkeve û şoreşa xwe ji dagirkeriyê biparêze.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.