Roja 532’emîn: ÎHD’ê piştgirî da nobeta edaletê

Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ve hatiye destpêkirin 532 roj in berdewam dike. Komeleya Mafên Mirovan ÎHD ya Şaxa a Rihayê jî dê îro bi malbatê re nobetê bigire.

Riha - Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja 532’emîn de ye. Malbatê di saetên serê sibê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin pêş Edliyeya Rihayê. Dayik û kur ku ji 8’ê tebaxê ve rûniştina li ber sihê ya li pêş edliyeyê ji wan re hatiye qedexekirin, bi Komeleya Mafên Mirovan ÎHD ya Şaxa a Rihayê li qada ku weke “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binavkirin, dest bi nobetê kirin. Malbatê dê îro tevahiya rojê bi endamên komeleyê re nobeta xwe bidomînin. 

“Li vir zilm li me tê kirin”

Emîne Şenyaşar, diyar kir ku 532 roj in çalakiya xwe ya nobetê didomînin û ji raya giştî re banga piştgiriyê kir. Emîne Şenyaşar wiha got: “Li vir zilm li me tê kirin. Piştgiriyê bidin me. Bila her kes ji hev du re bêje û piştgiriya me bikin.

“Dayik ji rayedaran tenê edaletê dixwaze”

Malbatê li ser hesabên xwe yên medyayê jî ev parvekirin kir: “Têkoşîna edaletê ya dayikê di bin dorpêça polîsan de di roja 532’emîn de berdewam dike. Dayik ji rayedaran tenê edaletê dixwaze. Dê li #rihayê zilma darezê heta kengî bidome ?@bybekirbozdag. ”