Cenazeyên du jinên winda hatin dîtin

Li Tirkiyeyê qetlîamên li ser jinan zêde bûne, di nava 2 rojên dawî de cenazeyên 2 jinên hatine windakirin, hatin dîtin. Li navçeya Kartepe ya Kocaeliyê jî li ser zarokek gule hat barandin.

Navenda Nûçeyan – Zarokê bi navê Musa Îlter ê 10 salî ku ji bo serdana bapîrê xwe yê li taxa Eşme ya navçeya Kartepe ya Kocaeliyê rûdinişt, dema li ber malê rûniştibû bi çekê ji serê xwe birîndar bû. Mûsa Îlterê ku malbatê wê rakir nexweşxaneyeke taybet, piştre sewqî nexweşxaneyeke din a taybet a Gebzeyê hat kirin. Hat diyarkirin ku Musa Îlter birine emeliyatê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Derket holê ku Ayşen Çol hatiye qetilkirin

Hat tesbîtkirin ku Ayşen Çol a ku ev demek bû agahî jê nedihat girtin, li taxa Încek a navçeya Golbaşi ya Enqereyê ji aliyê Durmuş Çol ê ku pê re zewicîbû hatiye qetilkirin. Piştî ku kiryar bi îşkenceyê Ayşen Çol qetil kir, cenazeyê wî li baxçeyê malê veşart û mal derxist ber firotinê. Hat diyarkirin ku cesedê Ayşenê di encama bêhn girtinê ya kûçikê xwediyên nû yên malê de hatiye dîtin. Hat dîtin ku cenaze meh û nîvek e hatiye veşartin û kiryar hat binçavkirin.

Cenazeyê Firdevs Babat ê winda hat dîtin

Cenazeyê jina ciwan a ku li bajaroka Şenoba ya navçeya Qilaban a Şirnexê dijiya û ji duh ve agahî jê nedihat girtin, hat dîtin. Cenazeyê Firdevs Babat a 18 salî li navenda Şenoba di Çemê Hezil de hat dîtin û ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.