Tora Bîjîşkên Sûdanê: Di bombebarana Dalanjê de 10 kes mirin
Tora Bîjîşkên Sûdanê, ragihand ku di bombebarana Hêzên Piştgiriya Lezgîn a li dijî bajarê Dalanjê ya li eyaleta Kordofana Başûr a Başûrê Sûdanê de, 10 kes jiyana xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan – Şerê li Sûdanê, bi zêdebûna pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de didome. Ev yek dibe sedema belavbûna pevçûnan a li herêmên nû. Her wiha tu nîşanên ku çareseriyek siyasî ya berfireh a ji bo parastina jiyana sivîlan dike, nîne.
Tora Bijîşkên Sûdanê, di 15’ê Kanûnê de ragihand ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn Nexweşxaneya Leşkerî ya Dalanj û hinek deverên sivîl bi topan hedef girtiye û xebatkarên tenduristî jî di nav de 1o kes jiyana xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn. Torê, hedefgirtina tesîs û xebatkarên tenduristiyê şermezar kir, Hêzên Piştgiriya Lezgîn berpirsiyar girt û bang li civaka navneteweyî kir ku sivîlan biparêze.
Dalanjê, hêj di bin kontrola artêşa Sûdanê de ye, lêbelê nêzî 18 mehê ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve tê dorpêç kirin.
Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku di meha Mijdarê de rewşa mirovî ya li Kaduqliyê xirabtir bûye û veguheriyê asta birçîbûnê. Her wiha NY’ê Dalanjê mîna "di xetereya bilind de" bi nav kir. Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê jî, ragihand ku di navbera 11-13’ê Kanûnê de 455 kes ji ber sedemên ewlehiyê ji Dalanjê reviyane. Li gorî texmînên NY’ê, ji ber tundiya di meha Mijdarê de zêdetirî 41 hezar kes li Bakur û Başûr Kordofanê ji cih û warên xwe bûne.