Gulistan Kiliç Koçyîgît: Aqlê demokratîk divê êdî bikeve dewrê
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît civîna çapemeniyê li dar xist û got: "Aqlê demokratîk divê êdî bikeve dewrê ku meseleyê ne weke pirsgirêkeke asayîşê, lê belê weke pirsgirêka demokrasî û jiyana bi hev re dibîne.”
Enqere – Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û bûyerên di rojevê de nirxand.
Gulistan Kiliç Koçyîgît çarçoveyeke kurt a rapora DEM Partiyê parve kir ku pêşkêşî Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî ya li Meclisa Tirkiyeyê kir û anî ziman ku ev rapor metneke teknîkî nîne û got, "Ji bo hesreta cografyaya dilşewat a ji bo aştî, edalet û paşeroja hevpar bi dawî bibe rapor hate amadekirin."
Gulistan Kiliç Koçyîgît wiha axivî: "Em dixwazin bi pêş ve biçin. Em demeke nû, serdemeke nû û Tirkiyeyeke nû dixwazin. Hemû hewldanên me ji bo piştgiriya bi pêvajoyê û bicihanîna berpirsyariya xwe ye."
Çend ji xalên sereke yên di axaftina Gulistan Kiliç Koçyîgît de derketin pêş bi vî rengî ne:
"Bi rêya vê raporê, ji bo bidawîbûna şer mayinde bibe em dibêjin ku divê Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyeyê qanûneke entegrasyona demokratîk, qanûneke aştiyê bi lez amade bike. Bêdengbûna çekan encamek nîne, destpêkek e. Armanca me ya esasî aştiya pozîtîf e ku xwe dispêre dilxwaziya civakî ya li ser bingeha edalet û wekheviyê ava bûye. Dixwazim careke din bibêjim ku em aştiyê ne tenê rawestîna şer dibînin, em aştiyê weke avakirina demokrasiyê dibînin.
En di demeke welê de ne ku polîtîkayên ewlekarîperestiyê yên 100 salî û gotina 'terorê' îflas kiriye. Aqlê demokratîk divê êdî bikeve dewrê ku meseleyê ne weke pirsgirêkeke asayîşê, lê belê weke pirsgirêka demokrasî û jiyana bi hev re dibîne.
Em di wê baweriyê de ne ku aştiya li vî welatî ne bi ewlekariyê, lê bi hiqûqê dikare ava bibe. Ev rapor raporeke hiqûqî-polîtîk e. Hiqûqek dûrî polîtîkayê, dûrî tercîhên polîtîk nabe. Ji ber vê yekê jî eger raporek li ser vê meseleya ku aliyên xwe yên hiqûqî û siyasî hene tê nivîsandin, diviyabû raporeke hiqûqî-polîtîk bûya. Me rapora xwe spart vê yekê. Bi rapora xwe re me hewl da pirsgirêka Kurd vebêjin ku xala esasî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Pênasekirina rast a pirsgirêkê wê çareseriya rast jî bi xwe re bîne.
Dema ku komar ava bû, mixabin Kurd li derveyî deriyê hiqûqê hatin hiştin. Ketina gelê Kurd a ji deriyê hiqûqê ji bo me wê bibe gaveke dîrokî a ber bi komara demokratîk ve. Yanî di rapora me de perspektîfa komara demokratîk û ketina gelê Kurd a ji deriyê hiqûqê weke têkiliyeke bêyî hev nabe, tê nirxandin.
Eger em di çarçoveya teoriyeke sêgoşe de vebêjin; şer, çareserî û perspektîfa bingehîn a pêvajoya aştiya mayinde vedihewîne.
Pîvana hêviyê di asteke krîtîk de girîng e. Em dixwazin vê yekê destnîşan bikin. Di çarçoveya mîmariya çareseriyê û avakirina hiqûqî de li gorî pêwîstiyên pratîkî Yên pêvajoyê qanûna aştiyê, qanûna entegrasyona demokratîk nebe nabe. Li aliyê din, di serî de mafê siyaseta demokraîk, karên avakirina hiqûqî û demokratîk ji gavên bingehîn ên çareseriyê ne.
Pirsgirêka Kurd bi esasî meseleyeke mafê çand, zimanê dayikê û welatîbûna wekhev e. Mafê gelê Kurd û hîndekarî û perwerdeya bi zimanê dayikê, divê li ser zemîna hiqûqî û destûra bingehîn bêne garantîkirin.
Gulistan Kiliç Koçyîgît di civîna çapemeniyê de bersiv da pirsên rojnamevanan û li ser mijara QSD'ê ev bersiv da:
"Dînamîkên navxweyî yên Sûriyeyê hene, avaniya xwe heye. Em jî pêvajoya li Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin. Bendewariya me ew e ku li Sûriyeyê aramî û aştiyeke mayinde pêk were. Lewma ji bo bicihanîna Mutabaqata 10'ê Adarê divê her kes hewl bide. Di vê mijarê de bi Tirkiye bi taybetî jî Wezareta Karên Derve ya li Tirkiyeyê divê tevkariyeke erênî li pêvajoYê bike, di nava pozîsyoneke welê de be ku şerê li wir asteng bike û pêşî li neyîniyên biqewime bigire. Em rast nabînin ku êş û şer jinûve bi bîr bixînin. Kurdên li Sûriyeyê, gelên din ên li Sûriyeyê ji êşê têr bûne. Gelên li wê derê aştiyê dixwazin, wekheviyê dixwazin, azadiyê dixwazin, jiyana bi hev re dixwazin. Em di wê baweriyê de ne ku di nava yekparebûna xaka Sûriyeyê de gelên li Sûriyeyê, hemû bawerî wê bi hev re Sûriyeyeke demokrasîk û azad ava bikin. Di vê mijarê de em amade ne ku tevkariya ji destê me tê bikin. Li gorî me divê hikumet jî, desthialtdarî jî tevkariyeke bi vî rengî bike. Ev yek wê bi kêrî aştiya herêmê û welatê me bê."