‘Rizgariya civakê bi azadkirina jinan dest pê dike’

Endama Komîteya Perwerdê ya Kongra Star Leyla Hesen ku di panela “Jin û Parastin” de axivî, destnîşan kir ku hemû sîstemên desthilatdariyê li ser bindestkirina jinan hatine avakirin û got: “Rizgariya civakê bi azadkirina jinan dest pê dike.”

Hesekê – Yekîtiya Jinên Ciwan, bi hevkariya Kongra Star, li hola Marbella ya li taxa Tel Hecer a bajarê Hesekê panelek diyalogê bi navê "Jin û Parastin" li dar xist.

Panel bi beşdariya endamên Yekîtiya Jinên Ciwan, endamên Kongra Star, rêxistinên jinan û endamên encumenên jinan ên di saziyên sivîl ên girêdayî Rêveberiya Xweser de pêk hat. Panel bi rûniştinek diyalogî ku di mijarên sereke dihewîne, bi sernavên “Têgihîştina têgeha jin û parastinê û lêkolîna aliyên wê yên cûrbecûr” û “Armanca avakirina hêzek parastina jinan a taybet” hat lidarxistin û ji aliyê Endama Komîteya Perwerdê ya Kongra Star Leyla Hesen ve hat birêvebirin.

Di destpêka panelê de ji Rêveberiya Jinên Ciwan a li Hesekê Şam El-Zeyn ve perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatin xwendin. Di perspektîfê de hat diyarkirin ku modernîteya demokratîk divê xwezaya jinan û tevgera rizgariyê wekî çavkaniyek bingehîn a hêzê nas bike. Her wiha hat destnîşankirin ku di hewldanên ji nû ve avakirinê de pêşveçûna wan karekî girîng e û ronîkirina civakê bi ronîkirina rastiya jinan dest pê dike.

Piştre, sînevîzyonek li ser têgeha parastinê û şêweyên tundiyê yên ku jin lê rast tên hat pêşkêşkirin.

Rûniştina yekem li ser têgihîştina têgeha jin û parastinê û lêkolîna aliyên wê yên cûrbecûr pêk hat. Endama Komîteya Perwerdê ya Kongra Star Leyla Hesen balkişand ser têgeha jin û parastinê.

‘Mijara parastina jinan nikare tenê di çarçoveyek teng a qanûnî de tengkirin

Leyla Hesen got ku “têgeha jin û parastinê di îdeolojiya Rêbertî de cihekî navendî digire. Ev têgeh ji xwendineke rexneyî ya kûr a dîroka civakên mirovan derdikeve û rewşa jinan bi asta azadî, ehlaq û rêxistina civakî di her civakê de ve girê dide. Ji ber ku mijara parastina jinan nikare tenê di çarçoveyek teng a qanûnî an ewlehiyê de were kêmkirin. Lê divê di çarçoveyek avahîsaziyê ya berfireh de were fêmkirin. Çarçoveyek ku kokên hegemonya, tundî û desthilatdariyê yên ku bi dîrokî bi derketina holê ya dewleta otorîter û civaka baviksalar ve hatine avakirin, çareser bike.”

Leyla Hesen diyar kir ku têgeha parastinê di vê çarçoveyê de wekî kiryarek rizgariya civakî hatiye pêşkêşkirin û wiha pê de çû: “Kiryarek ku ne tenê bi parastina jinan ji binpêkirinên rasterast ve sînordar e, lê di heman demê de ji nû ve avakirina têkiliyên civakî li ser bingehên edalet, wekhevî û rêzgirtina hevbeş jî dihewîne.”

‘Rizgariya civakê bi azadkirina jinan destpê dike’

Leyla Hesen di mijara duyemîn a “armanca avakirina hêzek parastina jinan a taybet” de jî diyar kir ku armanca avakirina hêzeke parastina jinan ji perspektîfeke kûr a rewşenbîrî, felsefî û siyasî tê û ne tenê xwezaya leşkerî ye. Leyla Hesen da zanîn ku sedema bingehîn a avakirina vê hêzê ew e ku zordestiya li ser jinan cureyê herî kevin ê zordariyê ye û wiha domand: “Hemû sîstemên desthilatdariyê û dewletên neteweyî li ser bindestkirina jinan hatine avakirin. Ji ber vê yekê, rizgariya civakê bi azadkirina jinan dest pê dike, ne berevajî vê. Hêzên jinan ne ji bo parastina dewletek an desthilatdariyekê ne, ji bo parastina civak, jiyan, nirxan û azadiya jinan in.”

Panel bi nîqaşên li ser kûrkirina zanista jinê ya li ser bingeha nasîna Jineolojî û xurtkirina hêza jinan a di hemû qadan de hat domandin. Di dawiya panelê de pêşniyar hatin xwendin.