Li Helebceyê di rêveberiyê de hêza jinan zêde dibe

Yek ji tiştên ku li Helebce balê dikşîne, hebûna hejmarek zêde ya jinan e ku berpirsyariya rêveberiyê li ser milê wan e. Beşek zêde ya rêveber û berpirsên saziyan jin in, ew jî dihêle ku destek bilind ê jinan di rêveberiya bajaran de hebe.

MÎHRÎBAN SELAM

Helebce – Di çarçoveya pêngava çalakiyên 16 rojî yên têkoşîna li dijî tundiya ser jinan de, gelek çalakiyên cûr be cûr hatin lidarxistin. Yek ji wan çalakiyan rapirsek derbarê rola jinan a di rêveberiyên saziyan de ye. Li gorî rapirsê ji nîvî zêdetirê rêveberî û berpirsên saziyên li Helebceyê jin in.

‘Beşek zêde ya saziyan ji aliyê jinan ve tê rêvebirin’

Serperşta Rapirsa Rêxistina Nû Rengîn Selam têkildarî rapirsê wiha got:

“Li Helebce beşek zêde rêveberiyên saziyan ji aliyê jinan ve tê rêvebirin. Ev jî gelek balkêş e û ragihandin behs dike. Ji bo li ber çavê me diyar be, me rapirs ji bo bizanin di hemû qadan de rêveberiyên jin hene kir. 10 Rêveberiyên Giştî ku beşdarî rapirsê bûne, di encama lêkolînê de diyar bû ku ji vana 37 rêveberî ji aliyê jinan te tên rêvebirin. Bi giştî 66 rêveberî, 11 beş û yekîneyên me hene. Ev jî gelek baş e, encamên wê jî cihê kêfxweşiyê ye.”

‘Jin naxwazin berpirsiyariyê bigirin’

Rengîn Selam da zanîn ku di beşek din a rapirsê de derket holê ku jin naxwazin berpirsyariyê bigrin û got: “Mînak ji ber kar û xebatên şaredariyê jin naxwazin berpirsyartî û peywiran bigrin. Meclîsa şaredariyê ji 12 kesan pêk tê ew jî tenê yek jê jin e. Ev jî nîşana pirsê bi xwe re tîne. Rast e, girîngî didin mijarê û lêkolîn dikin, lê belê ev ne têrker e. Divê jin beşdar bibin û peywiran bigrin. Encama rapirsê kêfxweşî ye û divê jin gavan ji bo pêşketinê bavêjin û bikarin asta berpirsyariya xwe bilind bikin.”