Jinên Figuigê bi cilên keşneşopî ji bo avê li qadan e
Tevgera jinan a li Figuigê ya li başûrê rojhilatê Mexribê dikeve sala xwe ya sêyemîn û her roja Înê xwepêşandan li dijî zehmetiyên nû yên mîna taybetkirina sektora avê û zextên aborî û civakî yên li ser jinê, didome.
HENAN HERÊT
Mexrib – Bajarê biçûk a Figuigê ya li başûrê rojhilatê Mexribê ya bi darên nexil dorpêçkirî, bi nakokiya tund a di navbera dewlemendiya xwe ya xwezayî û kêmbûna xizmetên bingehîn de balê dikşîne. Herêm, ji ber kêmasiyên di qada tenduristî, perwerde û rêveberiya avê de, demek dirêj mîna "nazik" tê pênase kirin.
Xwepêşandanên ku ji Mijdara 2023’an vir ve destpêkir, zêdetirê sê sal in didome. Gel her roja Înê bi daxwaza xwegihandina ava vexwarinê û xizmetên bingehîn, meş û çalakiyên rûniştinê li dar dixe. Taybetmendiya herî berbiçav a tevgerê, beşdariya xurt û domdar a jinan e. Jinan, avê ne tenê mîna xizmetek, mîna mafek hebûnê diparêzin.
Ava vexwarinê veguherî pirsgirêkek hebûnê
Xwepêşandan, bi dijberiya gel a li dijî veguhestina rêveberiya avê ya ji bo pargîdaniyek herêmî, dest pê kirin. Li Figuigê av ne metayek e, mîrateyek hevpar û bingeha jiyanê ye. Jin bi fikar in ku rêveberiya bazirganî dê çavkaniyên ava binê erdê tûne bike; ev fikar xwedisperê pergala kevneşopî ya "khettara" ku av li gorî avhewayê tê parve kirin.
Jinên Figuig: Parastina Avê
Xwepêşandana jinan domdar e. Bi sedan jin "haikê spî" ya kevneşopî li xwe kirine û ev cil û berg sembola rûmet û nasnameyê ye. Di seranserê dîrokê de, jinan avê hilgirtine, bi awayekî maqûl bikar anîne û bi rêya kanal û depoyên bi hevgirtina kolektîf hatine çêkirin birêve birine. Şûştgehên giştî, bûne him qadên paqijiyê û him jî civakî. Îro taybetkirina avê, mîna gefek li ser awayê jiyana xwe û aramiya malbatên xwe dibînin.
Xwepêşandanên ku di Mijdara 2023’an de dest pê kirin, di tevahî sala 2024’an de bi zêdebûna beşdariya jinan domkir. Dema ku tevger di sala 2025’an de ket sala xwe ya sêyemîn, gel daxwazaya çareseriyên berbiçav ku rêzê li azadbûna wahayê û pergala avê bigirin, didomîne.
‘Jin ne tenê avê, rûmetê jî diparêzin’
Aktîvîsta civaka sivîl Aîşe Lekhal, tevgera li Figuig di encama paşguhkirina demdirêj a di warên tenduristî, perwerdehî, erdên komunal û wahayê de derket û got: “Beşdariya xurt a jinan a di du salên dawî de di hişmendiya jinan de têkildarî pirsgirêkên ku mîna av, tenduristî û dahatê rasterast bandorê li jiyana rojane dikin, guhertinek girîng e.”
Aîşe Lekhal, destnîşan dike xwepêşandanên jinan ne demkî ne, beşdariya sivîl a daxwaza aştiyane, gihîştî û civakî dike ye û da zanîn di nava çareseriyên ku jin pêşkêş dikin de tamîrkirina pergalên khettara, berfirehkirina torên avê û baştirkirina karûbarên ava vexwarinê cihdigre.
Aîşa Lekhal, da zanîn her çiqas xwepêşandanên bi cilên haîk ên spî tên lidarxistin, sembola girêdanbûna bi mafê av be jî, jin bi pêşdaraziyên civakî, zehmetiyên aborî û lawaziya zêde re rû bi rû dimînin û got: “Ev tevger ne tenê avê diparêze, di heman demê de rûmeta jinan û pozîsyona wan mîna kesên bi tevahî mafdar jî diparêze. Dirûşmeya sereke ‘Bê av, jiyan nîne ye’ e.”
‘Jin bi zehmetiyên piralî re rû bi rû dimînin’
Aktîvîsta civaka sivîl Fetia Kaddî jî, diyar kir dema xwepêşandanên li Figuigê dikeve sala xwe ya sêyemîn, jin di astên civakî, aborî, psîkolojîk û hiqûqî de bi zehmetiyên piralî re rû bi rû dimînin û wiha got: “Beşdarbûna jinê ya xwepêşandanan, tengezariya civakî diafirîne. Hinek jin êrîşa devkî, zexta hiqûqî û darizandinê tên. Dema ku di aliyê aborî de, koçberî û bêkarî dahata malbatan kêm dike, hinek karmendên jin ên di warê giştî de bi gefên terfîkirinê re rû bi rû dimînin. Xwepêşandanên dirêj dibin, hestên westandina derûnî û nezelaliyê zêde dikin û rêyên qanûnî û siyasî yên sînorkirî jî pêvajoyê zehmetir dike.”
Fetia Kaddî, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ev tevger ne tenê li ser daxwaza avê ye, têkoşînek ji bo mafan e ku cihê jinan di qada giştî de ji nû ve pênase dike û parastina jinên çavkaniyên xwezayî mîsoger dike ye.