Endezyara Filistînî Xelata ‘Jêhatiyên Ereb’ ji bo parastina mîrata çandî girt
Dr. Suad El-Amirî ya Filistînî ji ber tevkariyên mezin ên daye parastina mîrata mîmarî ya Filistînî, di sêyemîn xelata "Jêhatiyên Ereb" de, di kategoriya mîmarî û sêwiranê de xelat girt.
Navenda Nûçeyan – Dr. Suad El-Amirî, bi rêya Navenda "Riwaq", beşdarî belgekirina bi deh hezaran avahiyên dîrokî û restorasyona navendên bajarî bûye. Her wiha weşanên ku bîra mîmarî ji bo nifşên pêşerojê diparêzin, nivîsandiye.
Dr. Suad El-Amirî, Rêvebera Navenda Mîrata Mîmarî ya Riwaq e. Dr. Suad, di merasîma xelatên "Jêhatiyên Ereb 2025" ku li Îmaratên Yekbûyî yên Erebî hat lidarxistin de, di kategoriya mîmarî û sêwiranê de xelat girt. Ev xelat beşdariyên Suad Amiry di parastina mîrata mîmarî ya Filistînî, belgekirin û restorasyona avahiyên dîrokî, ji nû ve bikaranîna wan ji bo xizmeta civaka herêmî û xurtkirina nasnameya wan a mîmarî ya rastîn û her wiha hewldanên wê yên ji bo parastina karakterê dîrokî yê mîrata mîmarî de nas dike. Dr. Suad beşdarî yek ji mezintirîn projeyên belgekirina bajarî ya li Filistînê bûye, qeydek berfireh a zêdetirî 50 hezar avahiyên dîrokî çêkiriye. Wê her wiha çavdêriya restorasyon û rehabîlîtasyona nêzîkî 50 navendên dîrokî li herêmên cûda kiriye. Projeyên wê derfetên kar û perwerdehiyê ji bo hunermendan peyda kirine, bikaranîna materyalên mîmarî yên kevneşopî teşwîq kirine û gundiyan di restorasyon û rehabîlîtasyona malên wan de beşdar kirine.
Ji bilî xebata xwe ya li qadê, wê gelek pirtûk û gotarên lêkolînê yên pispor di mîmariya Filistînî de nivîsandine. Van xebatan veguherînên ku gundan di warê tevna bajarî ya xwe û bikaranîna materyalên herêmî de derbas kirine, lêkolîn kirine. Bi belgekirina bi baldarî ya xaniyên dîrokî ku di nav de hêmanên wan ên avahîsaziyê, taybetmendiyên xemilandî û planên mîmarî hene, tevlî parastina mîrata mîmarî ji bo nifşên pêşerojê kiriye.