‘Texrîbatên li ser jîngeh rûyê desthilatdariyê nîşan didin’

Mamosteya teqawîd Şilêr Ebdulmecîd der barê êriş û dagirkeriya li ser jîngeha başûrê Kurdistanê de wiha got: “Serweriya welat hatiye binpêkirin, sînor ji holê rabûye, dijmin bi daxwaza xwe li axa me tevdigere.”

Navenda Nûçeyan- Jîngeha Kurdistanê di aliyê av, hewa û tunebûna rûberên şîn de, roj bi roj zêdetir ber bi metirsiyê ve diçe. Di heman demê de ji ber rêvekirina ji dewleta Tirk ku sînor derbas kiriye bombebaran dike, îsal bi sedan donim zevî, daristan û çiya şewitîn û ji derveyî wê jî ji ber topbarana dewleta Tirk li ser xaka başûrê Kurdistanê rez û malên gundiyan wêran bûn, bi dehan gundên navçeya sînor ji ber êrişên dewleta Tirk hatine valakirin. Hikumeta federal a Kurdistanê li hemberî van hemû sûcên ku li welatê wan tê kirin bêdeng e, ev jî serweriya welat dixe metirsiyê.

‘Tirkiye û desthilatdariya Başûr jîngeha Başûr tune dikin’

Şilêr Ebdulmecîd der barê tunekirina jîngeha başûrê Kurdistan û bombebarana dewleta Tirk de wiha got: “Divê gel li hemberî van hemû wêrankariyên ku niha tên kirin şiyar be. Ji derveyî wê dewleta dagirker a Tirk navçeyan topbaran dike zevî û daristanan dişewitîne. Careke din desthilatdariya başûrê Kurdistan bi navê proje û çêkirina navçeyên niştecihbûnê jîngeha Başûr tune dike. Ji vê yekê tenê sermayedar sûdê digrin û tu sûdê nade hemwelatiyan. Her wiha ew şewatên ku derdikevin kes xwe ji wan berpirsyar nabîne û di bin navê ‘sedemek nediyar’ de ser bûyeran digrin. Jîngeh şaristaniya welat e. Ger jîngeh tune bibe dê desthilatdarî jê berpirsyar be. Desthilatdarî nahêle jîngeha Kurdistanê bi ciwanî bimîne û naparêze, ji bo berjewendiyên xwe yên aborî tune dike.”

‘Dîroka Kurd xwe dubare dike’

Şilêr Ebdulmecîd da zanîn ku serweriya welat hatiye binpêkirin, sînor nemaye û dijmin bi daxwaza xwe tê de tevbigere û wiha got: “Ev jî yek ji wan xalan e ku ji kîmyabarana Başûrê Kurdistanê ne kêmtir e. Her wiha ji serdema ku Seddam Huseyîn ne cuda ye. Ji ber ku ev dagirker jî bi heman awayî niha gundan wêran dike û Kurdistanê dagir dike.”