Îsraîlê fermana valakirina Xan Yûnisê da

Êrîşên Îsraîlê li ser Zîvala Xezayê bênavber didome. Artêşa Îsraîlê piştî komkujiyê li dibistanek pêk anî ferman da welatiyên taxeke li bakurê bajarokê Xan Yûnûsê ku demildest wê derê vala bikin.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsraîlê li ser Zîvala Xezayê di roja 310’an de bi awayekî bênavber berdewam dikin. Li Zîvala Xezayê di êrişên ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha bi sedhezaran kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne di nav kesên ku jiyana xwe ji dest dane de piranî jin û zarok hene. Her wiha ji roja êrîşê heya niha bi sedan rojnameger û xebatkarên tendirustiyê jî bûn hedefa artêşa Îsraîlê û jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî artêşa Îsraîlê êrişî Dibistana Et-Tabîn a ku koçberên li Taxa Ed-Deracê ya li rojhilatê Xezayê tê de bi cih bûbûn kirin. Di êrişê de herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dane, bi dehan kes jî birîndar bûne. Şerê li Zîvala Xezayê ya piştî komkujiya ku pêk hat didome. Artêşa Îsraîlê fermana da welatiyên taxeke li bakurê bajarokê Xan Yûnisê ku demildest wê derê vala bikin

Îsraîlê fermana valakirinê da

Mirovên li herêmê bi peyamên Erebî ji telefon, broşur û bi riyên medyayê hatin agahdarkirin û ji wan daxwaz hat kirin ku biçin herêma ewle yên ku ji nû ve hatine diyarkirin. Îsraîl diyar dike ku şervanên Filîstînî ‘herêma însanî ya heyî ji bo xebatên xwe yên terorîst bi kar tîne û her wiha ji wir roketan davêjin dewleta Îsraîlê.’ Artêşa Îsraîlê bi vî rengî her dem bi awayekî sîstematîk daxwaza guhertina sînorên herêmê dike.

Îsraîl komkujiyên xwe didomîne

Her çend Îsraîl îdia bike ku ew ji bo parastina sivîlan hişyariyan dike jî bi berdewamî komkujî tên kirin. Rêxistina Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî OCHA’yê texmînên xwe parve kir û diyar kir ku roja Pêncşemê û beriya wê piştî fermanên valakirinê yên ji bo herêmên li bakurê herêmê hat dayîn, "dibe ku di nava 72 saetên dawî de herî kêm 60 hezar Fîlîstînî berê xwe dabin rojavayê Xan Yûnisê." 

NY: Herêm bi ewle nîn e

Artêşa Îsraîlê jî îdia kir ku dibistan ji aliyê Hamas û Cîhada Îslamî ve hatiye bikaranîn û herî kêm 19 endamên her du komên çekdar ên Filistînî hatine kuştin. 

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de wan li 30 hedefên leşkerî yên Hamasê xistine.

Filîstînê û rayedarên NY’yê dibêjin, herêm êdî bi ewle nîn e.