Li Tirkiyê Instangram disa hat vekirin

Li Tirkiyê astengiya xwe gihandina Instagramê hat rakirin.

Navenda Nûçeyan- Li Tirkiyê xwegihandina Instagrama ku ji aliyê Lîjneya Bilind ya Teknolojiya Agahiyê ve hate astengkirin di demjimêrên şevê ya 11’ê Tebaxê de disa hat vekirin. Astengiya hat rakirin ji aliyê  Wezareta Gihandin û Binesaziyê ya Tirkiyê hat ragihandin.

Bi çi hincetî Instagram hat girtin, nehat zanîn û serlêdanên hatî kirin jî bê bersiv man.