‘Di berxwedana Pexşan Ezîzî de şopa Şirîn Elemhulî heye’

Rojnameger Rûhêyv Botan, bertek nîşanî cezayê darvekirinê yê li Îranê li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Moha-ammadî hat birîn da û got: “Dema ku hûn nameya Pexşan Ezîzî bixwînin, hûn ê şopa Şirîn Elemhulî ya li dijî rejîma Îranê serî netewand bibînin.”

HEVRÎN CENGAWER

Navenda Nûçeyan– Li Îranê piştî ku cezayê darvekirinê li rojnameger Pexşan Ezîzî û aktivîst Şerîfe Mohammadî hat birîn, weke wan endamên Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî, Nasim Gholamî Simiarî û gelek jinên din bi cezayê darvekirinê re rûbirû ne.

Rojnameger Rûhêyv Botan a ku cezayê darvekirinê yê li aktivîstên jin hatiye birîn şermezar kir wiha got: “Jinên azadîxwaz û têkoşer li her derê rastî êrişan tên. Ji ber ku azadîxwazî li dijî otorîteriyê ye û alternatîfa jiyana nû ye, pergal û rêveberiyên otorîter ji ber ku ji vê ramanê ditirsin, her diçe êrişên xwe yên li dijî jinan zêdetir dikin.”

‘Divê nameya Pexşan Ezîzî bibe mînak’

Rûhêyv Botan, bal kişand ser berxwedana jinên girtî yên li Girtîgeha Evînê got: “Hêz û moral didin civakÊ. Jin bi hêz dibin û di girtîgehan de bin jî daxwazên xwe tînin ziman, mafên xwe diparêzin. Nameya Pexşan Ezîzî divê bibe mînak. Tevî îşkenceyên ku lê hatine kirin jî sekna serbilind nîşan dide. Dema ku em nameya wê dixwînin em şopa lingên Şirîn Elehmhulî ya ku li dijî rejîma Îranê serî netewan, ji darvekirinê netirsiya û di riya heqîqetê de meşiya dibînin. Jinên li Girtîgeha Evînê, bi evîna azadiyê li dijî her cure îşkenceyê berxwedana xwe didomînin. Xuya ye ku bi vê evîna azdiyê dê zêdetir li ber xwe bidin û tu carî serî netewînin.”  

‘Peywira me jinên rojnameger girantir dibe’

Rûhêyv Botan, behsa nameya Werişe Muradî jî kir û wiha domand: “Di çarçoveya doza ku lê hatiye vekirin de, beşdarî danişînê nebû, bertek nîşanî cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mohammadî hatiye birîn da. Bi vê sekna radîkal yekitiya jinan nîşan da. Îradeya jinan a ku li Girtîgeha Evînê li dijî îşkenceyan tê raberkirin, bêguman azadî û cesareta wan nîşan dide. Di vê rewşê de weke jinên rojnameger peywira me girantir dibe. Ji bo ku jin careke din neyên darvekirin bi sendîkaya xwe, bi xebata xwe, bi xebatên xwe divê em bibin dengê van jinan.”

‘Divê rojnameger bibin dengê rastiyê’

Rûhêyv Botan bal kişand ku zextên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di şexsê jinan de çêdibin, li dijî hemû beşên civakê ne û wiha bi dawî kir: “Rojek berê em ji nûçeyan hîn bûn ku 33 kes hatine bidarvekirin. Weke rojnamegerên azad divê em biryarên bêmaf û derexlaqî yên li dijî jinên rojnameger tên girtin nepejirînin. Li aliyê din ji ber rojnamegeriyê em rastî gelek êrişan tên. Li Bakurê Kurdistanê rojnameger hema bibêje her roj tên binçavkirin, li Başûrê Kurdistanê jî tên qetilkirin. 6 meh in ji rojnamegerê endamê Yekitiya Ragihandina Azad  (YRA) edîtorê ROJNEWS’ê Silêman Ehmed agahî nayê girtin. Li Rojhilat û Rojava jî rojnameger rastî êrişan tên. Ji ber vê divê em rojnameger bêdeng nemînin û rastiyan derxin holê, bibin dengê rastiyê.”