ÎSÎG: Di nava 11 salan de 407 karkeran jiyana xwe ji dest dane

ÎSÎG’ê, di rapora xwe de diyar kir ku di nava 11 salan de di baskê kar ê xurekan de herî kêm 407 karkeran jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) di rapora xwe ya têkildarî cînayetên kar ên di navbera salên 2013 û 2024’an di sektora xurekan de qewimîn eşkere kir. Di raporê de hat gotin ku ji sala 2013’an heta niha herî kêm 407 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Hat diyarkirin ku ji van 407 karkeran 374 jê mêr in, 33 jê jin, 24 zarok û 28 jî penaber bûn.

Di raporê de hat gotin ku ji van karkeran 42 jê li Stenbolê jiyana xwe ji dest dane. Hate diyarkirin ku ji sedî 20’ê karkeran ji ber eciqîn û hezazê, ji sedî 17’an ji ber qezayên trafîk û servîsê, ji sedî 11 jî ji ber ketina xwarê ya ji bilindahiyê, xeniqîn û jehrîbûnê û ji sedî 9’an jî ji ber teqîn û şewitînê jiyana xwe ji dest dane.