Tevgera Şemiya Mor: Zextên Talîbanê û şîdeta navê malê zêde dibe

Tevgera Şemiya Mor, di rapora xwe de behsa zextên Talîbanê yên li dijî jinan û zêdebûna şîdeta navê malê kir û vê rewşê bi navê “krîzeke bêdeng a ku belav dibe” pênase kir.

Navenda Nûçeyan – Di ser cara duyemîn a hatina Talîbanê ya ser desthilatdariyê de çar meh derbas bûn. Polîtîkayên zextê yên Talîbanê li dijî jinan her roja diçe dijwartir dibe. Ji qedexekirina derfetên perwerde û kar, heta vederkirina ji qadên giştî, pêkanînên Talîbanê li ser derûniya jinan bandorên xirab çêdike û ewlehiya wan hedef digre.

‘Bêdengiya cîhanî zulma Talîbanê rawa dike’

Tevgera Şemiya Mor 19 Cotmehê ji ser hesabê X (Twittera berê) raporek weşand, bal kişand ku bi jinên di bin rêveberiya Talîbanê de nexweşiyên derûnî zêde bûne û şîdeta nava malê zêde bûye. Di raporê de hat diyarkirin ku di civakek “jinbûn sûc tê dîtin” de rewşa jinan xirab e û bal hat kişandin ku bêdengiya cîhanî zulma Talîbanê rawa dike.

Li gorî raporê, bûyerên weke depresyon, fikarên zêde, stresa piştî travmayê (TSSB) û xwekuştin, ji sala 2021’ê ve heta niha pir zêde bûne, jinên ku ji perwerde û jiyana civakî bêpar mane, xwe bê nirx û tenê hîs dikin û wiha hat gotin: “Dema ku hemû derî li ser jinan tên girtin, serî û ruh vediguhere girtîgehek ku riya derketinê jê tune ye.”

Her wiha bal hat kişandin ku şîdeta nava malê pir zêde bûye, ji ber ku saziyên darazê yên serbixwe hatine tunekirin û stargehên jinan hatine girtin, gelek kes hem nikarin gilî bikin hem jî ji aliyê malbat û civakê ve tên sûcdarkirin. Di raporê de wiha hat gotin: “Dengê kesên saxmayî tê birîn û şîdet asayî tê dîtin. Polîtîkayên Talîbanê, tenê bingeha şîdetê çênakin, rasterast ferz dikin.”

‘Welatên Rojava Talîbanê meşrû dikin’

Tevgera Şemiya Mor, di rapora xwe de bal kişand ku welatên Rojavayî di bin navê “alîkariya mirovî” de têkiliyan bi Talîbanê re didomînin û vê yekê bi tundî rexne kir. Her wiha hat gotin ku bêyî şertê mafên mirovan daynin, bi wan hewldana rejîma Talîbanê rawa dikin û wiha hat gotin: “Heta ku hesabdayîn tunebe, hevdîtinên ku tên kirin ne dîplomasî, hevkariya sûc in. Hûn nikarin rejîmeke ku jinbûnê sûc dibîne normalîze bikin.”

Tevgerê ji ber krîza heyî bang li civaka navneteweyî kir ku çalakiyên lezgîn li dar bixe û wiha hat gotin: “Divê pêkanînên li dijî lîderên Talîbanê careke din bikevin meriyetê, ji bo rêxistinên jinên Efgan zêdetir butçe were veqetandin û destek were dayîn, ji bo jinên di bin xeterê de derfetên cihên parastinê werin avakirin û zayendperestî weke sûcê navneteweyî were dîtin.”

Rapor, bi van gotinan bi dawî bû: “Guherîna rastîn tenê bi hesabdayîna navneteweyî, piştgiriya sivîl û berxwedana jinan a kolektîf pêkan e. Ger ev yek pêk werin em ê bikaribin hêviya xwe biparêzin.”