Tembûra Dengbêj Xalîde şikandin û bi îşkencê girtin binçavan
Li Stenbolê polîsan bi ser mala Dengbêj Xalîde de girtin û bi îşkenceyê binçav kirin.
Stenbol - Di serdegirtinên malan ên li Okmeydaniya Stenbolê hatin kirin de, bi ser mala hunermena Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê Demgbêj Xalîdeya de jî girtin û bi îşkenveyê ew binçav kirin. Despêkê bi êrîşkirina ser malê de her tişt belav kirin û tembûra wê şikandin paşê jî porê wê girtin kaşkirin û bi îşkencê binçav kirin.
Lênûsa Xalîde ya notayên muzîkê jî di nav de gelek kovar û pirtûkên li malê jî hatine desteserkirin.