Derbarê rojnamevan Hatîce Şahîn de 15 sal cezaya girtîgehê hat xwestin
Derbarê rojnamevan Hatîce Şahîn a bîleta wê ya balafirê weke delîl hat nîşan dan, 15 sal cezayê girtîgehê hat xwestin.
Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de di 18'ê Cotmeha 2018'an de xebatkara Rojnameya Yeni Yaşamê Hatice Şahin hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan. Piştre derbarê Haticeyê de bi iddiaya "endamtiya rêxistinê" doz hatibû vekirin.
7'emîn rûniştina doza rojnameger Hatice Şahin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Haticeyê beşdarî rûniştinê nebû. Parêzerê Haticeyê, Resul Temur beşdarî rûniştinê bû.
Di mutalaya meqama iddiayê pêşkeş kir de hat diyarkirin ku Haticeyê li ser navê rêxistinê di nava welat de faliyet daye meşandin, çalakî organize kiriye. Her wiha meqama iddiayê diyar kir ku Haticeyê bi balafirê ji Amedê çûye Stenbolê da ku faliyetên KCD'ê bidin meşandin. Ji "endamtiya rêxistinê" heta 15 sal cezayê girtîgehê ji Haticeyê re hat xwestin.
Şandeya dadgehê biryara berdewamkirina kontrola edlî ya Haticeyê da û xwesteka demê ya parêzer qebûl kir. Rûniştin taloqî 19'ê Îlonê hat kirin.