Jinan paşve gav bi Talîbanê dan avêtin

Jinên ku li dijî ferzkirina burkayê ya Talîbanê dest bi çalakiyan kirin, gotin "Em ê burka li xwe nekin." Piştî bertekê Talîbanê paşve gav avêt û diyar kir ku ferzkirinek wiha tune ye.

Navenda Nûçeyan – Talîbanê ji roja rêveberiya welat bi dest xistiye heta niha li ser navê mafên jinan her tişt bi sînor kiriye. Di rojên borî de daxuyaniya di qadên giştî de “mecbûriya burkayê” hatibû rovejê. Bi vê daxuyaniyê bertek zêde bûn û Talîban neçar ma paş ve gav bavêje vê yekê jî gotinên ferzkirina burkayê nîne lê divê çarşef û cihên îslamî li xwe bikin anî ziman.

“Ferzkirina lixwekirina bûrkayê, di rêveberiya berê ya Talîbanê de jî ji bo jinan qefes bû”

Fermana lîderê Talîbanê ya ji bo lixwekirina burkayê li cîhanê bû sedema bertekên berfireh.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan, Mîsyona Alîkariya Neteweyên Yekbûyî ya Afganistanê, Neteweyên Yekbûyî UNAMA, Mîsyona Alîkariyê ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Afganistanê, Nûnera DYE’ê ya mafên mirovan û jinan a li Afganistanê, fikarên xwe yên der barê berdewamkirin û zêdebûna qedexeyên li ser jinan ên li Afganistanê de anîbûn ziman.