Tevger û Rêxistinên Jinan: Divê dewleta tirk bê cezakirin
Platforma Çalakiyên Hevpar a Tevger û Rêxistinên Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pilana dewleta tirk a bicihkirina bimilyon koçberên Sûrî li herêmên Sûriyê yên dagirkerî, bi daxuyaniyekî çapemeniyê şermezar kirin.
Qamişlo- Di demên dawî de Serokomar û rayedarên Tirkiyê behsa pilana bi cih kirina milyon koçberên Sûrî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye dagirkirin, dikin. Li dijî vê yekê Pilatforma Çalakiyên hevpar a Tevger û Rêxistinên Jin li Bakur û Rojhilatê Sûrî, pilana dewleta tirk a bicihkirina milyon koçberên Sûriyê li herêmên Sûriyê yên dagirkirî bi daxuyaniyekî çapemeniyên şermezar kirin. Daxuyanî ji hêla platforma çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jin li ber Çarxerêya Efrîn a li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi amadebûna bi dehan endamên tevger û rêxistinên jin hat ragihandin.
“Zagonên navdewletî û mirovî binpêkirin”
Daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Qamişlo Ibtîsam El- Huseyn ve hatî xwendin, wiha dest pê kir: “Ji destpêka qeyrana Sûriyê ve, ji sala 2011’an ve dewleta tirk a dagirker rola herî xirab weke dewleteke cîran ji Sûriyê re lîst. Ger dewleta tirk rêzgirtin ji têkiliyên cîrantî re girtiba, destwerdana wê di rewşa hundirîn a Sûriyê û dagirkirina bajarên wê de nedibû. Zagonên navdewletî û mirovî binpêkirin û her wiha hemû rêgezên cîhanî pişguhkirin û bi taybet di herêmên dagirkirî de ku hemû kiryarên dûrî pîvanên mirovahiyê pêk tîne mîna kuştin, rivandin û dîlgirtina jinan ku rêjeya herî bilind ji wan pêk tê ku gihîşt asta sûcên şer û li dijî mirovahiyê.”
“Ev plana pêkanîna siyaseta guhertina demografik e”
Ibtîsam El- Huseyn bal kişand ser derxistina dewleta tirk ji herêmên û wiha domand: “Daxuyaniya dawî yên dewleta tirk derbarê veger û bicihkirina milyonek ji koçerên Sûrî ku li Tirkiyê bûn, di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên hatine digirkirin de, piştî ku niştecihên wê bi dara zorê koçber kirin û pêre jî cihên wê yên dîrokî û pîroz hilweşandin. Her wiha zimanî tirkî herêmên dagirkirî hate ferizkirin û dibistin û qadên wê bi navên cuda guhertin. Mebesta vê yekê guhertina erdnîgarî, ekolojî û nasnameya dîrokî bidin guhertin bû ku di herêmêkê de ku rêjeya wê herî zêde kurdin. Pêkanîna siyaseta guhertina demografîk, piştî êrîş û dagirkeriya herêmê ji aliyê tu dewletan ve nayê şermezarkirin, lê hîn zêdetir alîgirên vê siyasetê tê kirin. Taybet dewletên erebî mîna Qatar, Kuet ku pişgirtiya darayî ji van rêxistinan re dişînin da ku dewleta tirk projeya xwe ya dagirkeriyê bi pêş bixe, bê ku wate bide nirxên gelan û mafê wan ên herî rawe. Helwesta hikûmeta Sûrî li dijî gelê wê berovajî hêviyan bû û tişta herî metirsîdar ku ev proje ji aliyê netewên yekbûyî ve hatiye erêkirin û derfetê dide ku careke din çeteyên DAIŞ’ê nûjen bibe û aramiya ku gelê herêmê têde dijîn bikeve nava metirsiyê de.”
“Em bang li NY dikin zextê li dewleta Tirk bike”
Ibtîsam El- Huseyn bilêv kir ku ew wekî platforma çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jin, bang li civakên navneteweyî dikin ku bi berpirsiyariya xwe rabin û wiha dom kir: “Ji ber vê yekê em weke Platforma Çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bang li civakên navneteweyî dikin ku bi berpirsiyariya xwe rabin, di derbarê projeya dewleta tirk a dagirker ya ku armanca xwe di riya rêkeftineke giştî de pêk tîne. Divê civaka navneteweyî xeteriya vê yekê berçav bigire û rê nede ku guhertina demografîk pêk were, heta ku guhertinek çareseriyek siyasî li Sûriyê pêk were û dewleta tirk li ser sûcên şer ku di herêmê de pêk tîne bê cezakirin. Her wiha bangawaziya me ji neteweyên yekbûyî re heye ku zextê li dewleta tirk bikin û li herêmên dagirkirî derkeve û vegerê sinorên dewletî. Ji aliyek din ve bangawaziya me ji gel û pêkhateyên civaka Sûriyê re heye ku li hember projeya dewleta tirk bisekinin û daxwaza xewin û xeyalên xwe di pêkanîna hevpeymana milî de bi cih bîne.”