Li Helebê Hozan Mizgîn hat bîranîn
Hîlala Zêrîn a bajarê Helebê ji bo bîranîna Hozan Mizgîn şahiyek girseyî organîze kir.
Heleb - Hozan Mizgîn a bi dengê xwe yê çiyayî staranên xwe êş û jiyana Kurdan digot di her malê de cihê xwe bi dildariyek mezin hêlaye. Bi boneya salvegera Hozan Mizgîn Hîlala Zêrîn a bajarê Helebê şahiyek li taxa Şêx Meqsûd a Şerqî lidarxistin. Despêkê welatî bi cilên xwe yên gelerî meşiyan. Welatiyên bi meşek girseyî hatin cihê şahiyê piştî deqeyek rêzgirtinê dest bi bermanya xwe kirin. Di serî de rêvebera Navenda Çand û Hunerê ya Helebê Hîdayet Osmen Hozan Mizgîn bibîranî û wiha axivî: “Hozan Mizgîn dengê Kurdî yê resen û jina azad e.”
Şahî li ber stranên Koma Hîlala Zêrîn a Şehîd Vejîn bi gerandina govendê dawî bû.