‘Somaye Raşîdî karkerekî ku nerazîbûnên xwe li ser dîwaran dinivîsand bû’

Girtiya siyasî Sayeh Sayedal li ser Somaye Raşîdî ku ji ber xemsariya rayederên Girtîgeha Qerçekê jiyana xwe ji dest da wiha got: “Somaye Raşîdî karkerekî ku nerazîbûnên xwe li ser dîwaran dinivîsand bû.”

Navenda Nûçeyan – Aktîvîsta sivîl Somaye Raşidî, di meha Gulana îsal de ji ber nivîsandina dirûşmeyan a li ser dîwarên taxa Joadiye hatibû girtin. Somaye Raşidî ku piştî ji Girtîgeha Evînê ji bo Girtîgeha Qerçekê hate sewqkirin, ji ber bêxemiya rayedarên girtîgehê ya têkildarî rewşa wê ya tenduristiyê, di 25’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da.

Girtiya siyasî Sayeh Sayedal, piştî mirina Somaye Raşîdî li ser hesabê xwe yê Instagramê peyamek weşand û got: "Somaye Raşîdî ne endama tu kom an jî rêxistinê bû û yekane karkera ku ji ber nivîsandina dirûşmeyan a li ser dîwaran hatibû girtin bû.”

Girtiya siyasî Sayeh Sayedal, diyar kir sûcdariya darazê ya Somaye Raşîdî, hewldana rawakirina mirina wê ye” û wiha got: “Somaye Raşîdî karkerekî ku nerazîbûnên xwe li ser dîwaran dinivîsand bû.”