Talîban dermankirina jinan jî qedexe kir!

Rêveberiya Talîbanê, biryarekî nû girt û li parêzgeha Qendaharê ya başûrê Efganistanê li klînikên ku bîjîşkên diran ên mêr dixebitin, dermankirina jinan qedexe kir.

Navenda Nûçeyan – Zextên Talîbanê ya li dijî jinên Efganistanê didome. Ji perwerdehiyê bigre heta jiyana kar û ji xizmetên tenduristiyê bigre heta azadiya rêwîtiyê, jiyana rojanê ya jinan bi hincetên olî û çandî tên sînordarkirin. Ev pêkanînan, rûxmê zêdebûna bertekên herêmî û navneteweyî jî didome.

Li gorî çavkaniyên herêmî ya parêzgeha Qendaharê ya li başûrê Efganistanê, rêveberiya Talîbanê biryarek nû girt û li klînikên ku bîjîşkên diran ên mêr dixebitin, dermankirina jinan qedexe kir.

Li gorî nûçeyên di çapemeniyê de cihdigrin, rayedarên herêmî îro vê qedexe xistin meriyetê. Ev gav, mîna geşedanekî ku xwegihandina xizmetên tenduristiyê yên jinan zêdetir sînordar dike, tê hêsibandin. Her wiha biryar, li welat di mijara sînordarkirinên zêde yên mafên jinan de, bû sedema fikarên mezin. Alîgirên talîbanê, piştî biryarê jinan ji klînîkên diranan ên li parêzgehê derxistin derva.

Ev biryar, piştî qedexekirina nivîsandina helbestên evînî ya ji aliyê Talîbanê ve hate girtin. Di heman demê de, xwegihandina înternetê li gelek deveran hat qutkirin û hewil hate dayîn xwegihandina jinan a perwerdehiyê jî bê astengkirin. Talîbanê, beriya niha jî perwerdehiya zarokên keç ên piştî rêfa 6’an qedexekirn û karkirina jinan a saziyên giştî û saziyên alîkariyê jî astengkirî bû. Sînordarkirinên li dijî jinan, qedexeyên mîna girtina park û salonên werzîşê yên giştî û qedexekirina beşdarbûna tîmên werzîşê yên jinan ya ji bo turnuvayên navneteweyî, didome.