Girtiyên jin ên li Girtîgeha Qerçekê çalakî kirin

Girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Qerçekê ya li Varaminê, ji bo protestokirina mirina girtiya siyasî Somayeh Raşidî ya ji ber xemsariya rayedaran, çalakiya protestoyî li dar xistin.

Navenda Nûçeyan – Girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Qerçekê ya Varaminê, bi armanca protesto kirina mirina girtiya siyasî Somaye Raşîdî ya ji ber xemseriya rayedarên girtîgehê, bi redkirina xwarinê, berzkirina dirûşemeyan û vegotina stranan çalakiya protestoyî li dar xistin.

Di dosyaya deng a ji girtîgehê belavbû de, girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Qerçekê, stranên mîna "Xwîna Mor" û "Dûman belavî malê bû” vegotin, dirûşmeyên "Mirin ji bo Dîktator" û "Mirin ji bo Hikûmeta Kujer" qîr kirin û siyaseta tunekirina fîzîkî ya girtiyên siyasî şermezar kirin.

Girtiya siyasî Somaye Raşidî ku ji ber rewşa wê ya tendrustiyê xirab bû şandibûn nexweşxaneya Mofatteh Buramîn, piştî 11 rojên tedawiyê ji ber xemsariya rayedaran jiyana xwe ji dest da.