Li Dêrikê nameya Abdullah Ocalan hate belavkirin
Li Dêrikê Endamên Hîlala Zêrîn û Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle, nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji jinan re şandibû, wekî belavok li welatiyan belav kir. Belavok, li dikanên sûka navendî ya bajar û di saziyên xizmetguzariyê hate belavkirin.

Navenda Nûçeyan – Endamên Hîlana Zêrîn û yên Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle li bajarê Dêrikê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di çarçoveya hemleya daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nameya Abdullah Ocalan a ji jinan re şandibû, wek belavok li welatiyan belav kir.
Belavok li dikanên sûka navendî ya bajar û di saziyên xizmetguzariyê hate belavkirin. Jinên cihê xwe di hemleyê de girt, cilên kurdî li xwe kiribûn. Di nameyê de tê diyarkirin ku şerê jinan şerê ji bo xaka welat, birêxistinbûyîn û azadiyê ye. Azadiya jinan bingeha hemû azadiyan e û azadiya civakê di azadiya jinan re derbas dibe.
Beriya hefteyekê Hîlala Zêrîn, li kantonên Tebqa û Reqa û li Helebê di çarçoveya heman hemleyê de çalakiyên belavkirina belavokan li dar xistibûn.