Ji fîlozofa Emerîkayî peyama ‘pêvajoya aştiyê’

Fîlozofa Emerîkayî Rebecca Goldstein, di peyama xwe ya ku ji DEM Partiyê re şand de li ser biryara feshkirina PKK’ê got: “Ev gaveke bi cesaret û îlham e, ji bo vê îhtîmala dîrokî veguhere rastiyê, gaveke bi hêvî ye.”

Navenda Nûçeyan – Fîlozofa Emerîkayî Rebecca Goldstein, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de kir, peyamek ji DEM Partiyê ra şand.

‘Fesihkirina PKK’ê riya çareseriya aêtiyane nîşan dide’

Rebecca Goldstein di peyama xwe de wiha got: "Ez bi pêvajoya aştiyê ya di navbera dewleta Tirk û Kurdên li Tirkiyeyê dijîn de, didome pir kêfxweş im. Biryara PKK’ê ya feshkirinê, ji bo vê îhtîmala dîrokî veguhere rastiyê derfetek e. Vê gavê nîşanî hemû cîhanê da ku riya çareseriya pirsgirêkên bi salan didomin heye. Êdî em mirovahiya hev bi hemû aliyan nas bikin û ji bo pêşketina jiyana mirovan bi hev re bixebitin." 

Fîlozofa Emerîkayî bi taybetî di pirtûkên xwe yên felsefî tê nasîn. Piştî ku li Zanîngeha Princetonê beşa felsefeye xwend, li Zanîngeha Harvardê doktora xwe kir. Li ser zanist, ol, etîk û xwezaya mirovan xebatên wê hene.