Roja 544’emîn: Yên zilmê paşguh bikin, dê bi ser nekevin

Malbata Şenyaşar a di roja 544’emîn a Nobeda Edaletê de bang li Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag kir, balkişand ku di hiqûqê de cotstandartiyek heye, wiha got: “Yên zilmê paşguh bikin, dê bi ser nekevin.”

Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 543’emîn de berdewam dike. Malbata Şenyaşar, serê sibehê hat ber Edliyeya Rihayê. Malbatê, ji ber ku dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye nobeta xwe li mala xwe ya li Pirsûsê didomîne.

Malbatê li ser hesabê xwe ya medyayê Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag etiket kir û ev parvekirin kir: “Em malbatek bi halê xwe û karê xwe bûn. Di hiqûqê de cotstandartiyek heye. We gunehê me stend. Yên ku behsa edaletê dikin û vê zilma li ber edliyeyê paşguh bikin jî dê ew jî bi ser nekevin.”