Li kampa Holê jineke Êzidî hat rizgarkirin
Operasyona Mirovî û Ewlehî ya ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatibû destpêkirin didome. Di roja 9’emîn a operasyonê de hat ragihandin ku jineke Êzidî hatiye rizgarkirin û her wiha 33 cihên perwerde yê şaneyên DAIŞ’ê hatiye rakirin.
Navenda Nûçeyan – Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bîlançoya roja 9’an a qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
”Di çarçoveya xebatên lêgerîn û lêkolînê de hêzên me di roja 9’emîn de 4 çeteyên DAIŞ’ê girtin û 33 cihên ku çeteyên DAIŞ’ê weke cihên perwerdeyê bi kar dianîn, rakirin.
Her wiha hêzên me jineke Êzidî jî dît ku çeteyên DAIŞ’ê gef li wê xwaribûn ku tiştekî nebêje û di nava malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên di kampê de bimîne.”