Meclisa Jinan a HDP'ê li hemberî binçavkirina Semra Guzel bertek nîşan da

Meclisa Jinan a HDP'ê li dijî binçavkirin û hedef nîşandana Parlamentera HDP’ê ya Amedê bertek nîşan da û wiha got: “Desthilata ku her carê dijminatiya xwe ya jinan şênber dike bila vê yekê baş zanibe ku jin tu carî naçewisin.”

Navenda Nûçeyan- Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel ku mehên derbasbûyî bi hedef nîşan dane parêzbendiya wê hatibû rakirin û derbarê wê de lêpirsîn hatibû destpêkirin, duh li Stenbolê hat binçavkirin. Semra Guzel a li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê tê girtin, dê ji Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê bê derxistin. Tê payîn ku Semra Guzel bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ku der barê wê de biryara binçavkirinê daye, ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê re îfade bide.

Nuçeyên der barê de derewand 

Binçavkirina Semra Guzel destpêke Midûriyeta Polîsan a Stenbolê û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû ragihandibû.  Semra Guzel di heman demê de bû hedefa medyaya alîgir û agahiyên derew hatibûn parvekirin. Semra Guzel a duh bi şev bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî, nûçeyên der barê xwe de derewand.

“Polîtîkayên wan encam negrin"

Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî, derbarê Semra Guzel de daxuyanî da. Daxuyaniya bi sernavê “Semra Guzel îradeya me ye” de wiha hat gotin: “Di encama hedefnîşandana tifaqa mêr a AKP û MHP’ê, bi kemîneke qirêj careke din azadiya Parlamentera me ya Amedê Semra Guzel hatiye desteserkirin. Wekî ku ev polîtîkayên desthilatê encam negirtin dê îro jî encam negirin."

“Hûn nikarin ser sûcan bigrin”

Di daxuyaniya de bersiva Suleyman Soylû ya hedefnîşandanê jî hat dayîn û wiha hate gotin: “Kesên ku destên wan di nava her cure sûcan de ne, bêserûber ji xwe re digerin û sûcan dikin. Em Wezîrê Karên Sûcan ê ku parlamentera me hedef nîşan dide hişyar dikin, Ne jinan, kujerên wan bigrin! Hûn ê nikarin ser sûcên hesabên medya dîjîtal ên netewperestiyê, zayendperestiyê û dijminatiya jinan sordikin bigrin. 

Semra Guzel îradeya gel e”

Jin dê tu caran çok li ber van polîtîkayên we danenin. Em ji her cihê ku lê ne dê bibêjin ‘Semra Guzel îradeya me ye’. Desthilata ku her carê dijminatiya xwe ya jinan şênber dike bila vê yekê baş zanibe ku jin tu carî naçewisin. Semra Guzel îradeya gel e, îradeya jinan e!”