Li Pakîstanê karesata lehiyê: Hezar û 200 kes jiyana xwe jidest dan
Li Pakistanê ji ber karaseta lehiyên di encama baranên Musonê de rabûyîn de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişte hezar û 200 kesan
Navenda Nûçeyan – Li gorî medya Pakistanê heta niha di lehiyên li Pakistanê ji ber baranên Musonê rabûyîn de hezar û 200 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Tê gotin ku hîn rewşa awarte berdewam dike. Serokwezîrê Pakistanê xwestiye ji bo alîkariyê li Îslam Abad konferansek lezgîn a navneteweyî were lidarxistin.
Li Pakistanê zêdetirî 33 milyon kes ji barîna baranên zêde û tund bandorbûne.