"Gelo hûnê ji bo Reyhan Abdî gavekê bavêjin?"

Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, bêhiqûqiya li ser Reyhan Abdî ya Rojavayî ku bi pitika xwe ya 2 mehî re hat girtin, ji Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag pirsî.

Enqere – Rewşa Reyhan Abdî ya Rojavayî ku di 26'ê Tebaxê de ji mala xwe ya li navçeya Esenyurt a Stenbolê hat binçavkirin û bi pitika xwe re hat girtin, anîn rojeva Meclîsê.

Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Reyhan Abdî ku bi îdîaya "endama rêxistinê ye” hat girtin, ji Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag pirsî. Di pêşnûmeya pirsê de hat diyarkirin ku Reyhan Abdî bêyî tu delîlek hebe bi pitika xwe re hatiye girtin û bal lê hat kişandin ku ev rewş li dijî mafên mirovan û zarokan e.

Ji bo bersivandinê ev pirs hatin pirsîn:

“*Ji bo berdana Reyhan Abdî dê gavek bê avêtin?

*Ma hûn agahdarin ku  girtina pitikek 2 mehî di girtîgehê de ne li gorî dijî mafên ku Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ku Tirkiye jî alîgirê wê ye?

*Ma hûn agahdarin ku tevî ku di dosyayê de der barê sûcdarkirine de tu delîlek nîne, bi pitika xwe re ragirtina wê, wijdana raya giştî nerehet dike?

*Gelo hûnê der barê mijarê de daxuyaniyek bidin?”