Roja 454’an: Bi qasî av, hewa û rojê, hiqûq jî ji bo mirov pêwîst e
Malbata Şenyaşar îro ev peyam parve kir: “Ji mirov re weke av, hewa û rojê hiqûq jî pêwîst e. Em dixwazin li rojeke ku roja hiqûqê hiltê şiyar bibin.”
Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû didomîne, di roja xwe ya 454’emîn de ye.
Ji ber ku îro dawiya heftê ye û edliye girtî ye Emîne Şenyaşar nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê û kurê wê Ferît Şenyaşar jî ji bo beşdarbûna panela ku 7 partî û rêxistinên ji bo têkoşîna hevpar hatine gelhev bi mijara "Ji bo pêşeroja Tiriyeyê Bîr, Heqîqet û Hesappirsîn" li Enqerê ye.
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyayê ev parvekirin kir: "Ji mirov re weke av, hewa û rojê hiqûq jî pêwîst e. Em dixwazin li rojeke ku roja hiqûqê hiltê şiyar bibin."