Ji bo dîtina Buketê çalakî lidar xistin

Malbata Buket U. ya ku 86 roj in winda ye, ji bo ditîna keça xwe li ber Fermandariya Cendirmeyan a Çandarliyê çalakiya rûniştinê lidar xistin.

Navenda Nûçeyan- Ji Buket U ya 15 salî ku li navçeya Dîkîlî ya Îzmîrê dijî, ji 8'ê Adarê û vir ve agahî nayê girtin. Malbat wê û gelê taxê ji bo Buket U., li ber Fermandariya Cendirmeyan a Çandarliyê çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Di çalakiya ku ji aliyê endamên Platforma Jinan a Dîkîlî ve hat piştgirîkirin de dayika Buket U Gulşah U. xwest keça wê di zûtirîn demê de bê dîtin.

Piştî ku rayedarên Fermandariya Cendirmeyan ji malbatê re soza ditîna keça wan da, çalakî bi dawî bû.

Çi qewimî bû?

Buket U. di 8'ê Adarê de ji bo ku biçe dibistanê ji malê derket. Lêbelê, careke din ji wê agahî nehat girt. Piştre malbata Buket U. serî li cendirmeyan da. Di 29’ê Gulanê de jî dotmama wê Gozde U. ya 16 salî ku wekî wê xwendekara dibistana Amedeyî bû winda bû. Gozde U. di 31’ê Gulanê de ji aliyê cendirmeyan ve li Balikesîrê hat dîtin. Lê hêj ji Buketê agahî nay wergirtin.