“Emrê Dapîra min bi lêgerîna gora apê min derbas bû”

Veysel Guney ê 41 salî berê li girtîgeha Dîlokê hat bi darvekirin û cenazeyê wî nedan malbatê, bi awayekî dijhiqûqî hatiye darizandin û carek din edalet hat xwestin.

Stenbol- Dayikên Şemiyê ku ji bo aqûbeta windayan bipirsin û darizandina kujerên wan, çalakiya xwe ya hefteya 897’an de ji ber şert û mercên pandemiyê, bi riya online li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo Veysel Guney ê di 10’ê Hezîrana 1981’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Dîlokê hatibû bi darvekirin û cenazeyê wî nehat dayîn edalet hat xwestin.

“Pergal gorên me ditirse”

Biraziyê Veysel Guney, Dogan Guney ku di çalakiya online de axivî, diyar kir ku mamê wî bêyî destur bê dayîn parêzer jî bigerê bi awayekî derqanûnî hatiye darizandin û wiha got: “Min, apê xwe qet nas nekir. Tenê ji bîranînên hevalên wî û ji wêneyan nas dikim. Me nekarî biçin ser gora wî û bi bîr bînin. Bi ser kuştina wî re gelek sal derbas bûn, lê heta niha cenaze nedan me. Pergalek li holê heye ku ji goran ditirse. Dayika Veysel Guney, Zeynep Guney bi salan li gorê kurê xwe digere û heta roja îro ji bo vê armancê têdikoşe. Temenê wê bi lêgerîna gora apê min derbas bû. Dayikek din a şemiyê bi hesreta dîtina gorê kurê xwe wefat kir, bi rastî ev êş nayê vegotin û qet derbas nabe. Weke malbatên windakiriyan, heta ku windakiriyên me tên dîtin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

“Cezayê îdamê dan

Ji parêzerên malbata Guney, Ercan Kanar jî anî ziman ku Veysel Guney bi awayekî derhiqûqî hate darizandin û diyar kir ku wan dosya di Hezîrana 2016'an de birîne DMME'yê û wiha got: “Bi qasî misqalê jî eleqeya wî bi hiqûqê re tune bû. Di 5’ê sibatê de roja danişînê diyar bû. Rojek piştre dest pê kir. Di 17’ê sibatê de danişîna duyemîn çêbû û biryar dan. Cezayê îdamê dan. Ev biryar di zûtirin dem de ji hêla Dadgeha Bilind a Leşkerî ve hate erêkirin. Konseya leşkerî di nava 2 mehan de biryara înfazkirina vî cezayî da. Vedat Guney, 5 mehan di hucreyê de hate ragirtin û rastî îşkenceyên giran hat. Nehiştin bi parêzer û malbatê re hevdîtin bike. Nameya ku rojek beriya bidarvekirinê nivîsandî jî nedan malbata wî. Piştî ku xala 15’emîn ku sûcdarên 12’ê Îlonê diparast hatiye rakirin, di sala 2011’an de me ji bo Veysel Guney û windakiriyên din serlêdan kir. Me xwest hemû kesên darbeya leşkerî kirin, fermandar û rayedarên emniyetê ku sûcên li dijî mirovahiyê kirine bên darizandin. Lê belê serdozgeriyê ev serlêdana me ya sûc red kir. Me îtîraz kir lê belê hem dadgehê û hem jî AYM’ê serlêdana me red kir. Di sala 2016’an de me dosya bir DMME’yê.” 

“Em dest ji daxwaza edaletê bernadin”

Daxuyaniya vê hefteyê yek ji Mirovên Şemiyê Leman Yurtsever ve wiha hate xwendin: “25 sal piştî darvekirina Veysel Guney, dozger Mete Gokturk îfadeyê ewil a Veysel Guney ew girtibû û  di darvekirina wî de amade bû ku pirtûkeke bi navê “We edalet dîtiye?” de dibêje ku tu delîlên sûcdarkirina Guney nebûn û darizandineke adilane nehatiye kirin. Çend sal derbas bin, bila derbas bibin jî em ê ji bo Veysel Guney û hemû windakiriyên xwe edaletê bixwazin. Bendên hiqûqa bi bîra dewletê bixin û dest ji qada Galatasarayê ku 198 hefteyê ji me re hatiye qedexekirin, bernadin.”