Gelê Efrînê şerîkeya belavkirina kareba da ber agir

Li Efrîna ku ji aliyê Tirkiyê û komên paramîlîter ên Tirkiyê hatiye dagirkirin, gel li dijî bihayê kareba yê ji aliyê Enerjiya STE her ku diçe tê zêdekirin daket kolanan û şerîkeya belavkirina kareba da ber agir.

Navenda Nûçeyan – Gelek kesên ku li Efrînê li dijî bihayên kerabe daketin kolanan şerîkeya kareba ya bi navê Enerjî STE ya girêdayî Tirkiyê şewitand.

Dîmenên bûyerê li ser hesabên medya mecazî hat parvekirin. Di dîmenan de tê dîtin ku gelek kes avêtine ser  avahiya ku weke “konseya bajêr” tê binavkirin, pihîna xwe li deriyan dane û her wiha xuya dike ku li ser dîwar bi zimanê tirkî “Miduriyeta Nifûsê ya Efrînê (Afrin Müfus Müdürlüğü) hatiye nivîsin. 

 “Tirkiyê ji Surî bicehnime!”

Her wiha di dîmenan de tê dîtin ku çalakger dirûşmeyên “Tirkiyê ji Surî bicehnime!” berz dikin. Li gor agahiyên hatine bidestxistin piştî çalakiyên gel komên paramîlîter ên tir û TSK ketin û derketina bajêr girtiye. Tê payîn ku TSK û komên paramîlîter ên girêdayî wî modaxaleyê komê kirine û hin kes birîndar bûne.