Jinên Idlibê bi meşeke girseyî daxwaza vegera li cih û warên xwe kirin

Jinên Idlibê yên ku ji ber dagirkeriya dewleta tirk ji warên xwe koç bûne û niha li bajarê Reqayê dijîn, daxwaza mafê vegera warên xwe yê ku jê koçber bûne dikin.

Reqa - Li bajarê Reqayê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî Mekteba Meclîsa Jin a Partiya Sûrî ya Pêşerojê û Meclîsa Kesk a Idlibê bi dirûşmeya "Bi rêxistinî û berxwedaniyê gihiştina azadiyê" meşeke girseyî lidar xistin.

Jinên koçber ên ji Idlibê û jinên Reqayê bi meşekê xwestin dengê jinên koçber ên Idlibê ku daxwaza mafê vegera bajarê xwe dikin bighînin tevahî cîhanê û nerazîbûnên xwe li hemberî destwerdana Tirkiyê û polîtîkayên wî yên guhertina demografîk anîn ziman, her wiha jinên beşdarî meşê bûne hebûna dagirkeriya dewlet tirk a li ser xaka Sûriyê şermezar kirin.

“Dewleta tirk dixwaze ji destkeftiyên ku jinên Surî bidestxistine tolê hilîne”

Di dawiya meşê de daxuyaniyek hate dayin û wiha hat gotin: "Di nava 11 salan de gelê Sûriyê di gelek qeyranan re derbas bû û ev qeyran herî zêde bandorê li jinan kir. Sûriyê di encama nelihevkirina berjewendiyên navneteweyî û herêmî de dest bi wendakirina hin beşên ji erdnîgariya xwe kir û di encamê de êş û azarên jinan li hemû deverên Sûriyê berdewam in."

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Tirkiye ji pêkanîna sûcên hovane ya li dijî jinan dudilî nebû û delîl û îsbata herî mezin jî lêdan û heqareta ku li Leyla Mihemed a ji Sûriyê li bajarê Entebê hat kirin e. Ev yek jî bi armanca şikandina vîna wê û hilanîna tola destkeftiyên jinên Sûriyeyê."

Di daxuyaniyê de beşdaran soza parastina mîrateya dîrokî ya berxwedana jinê û soza xebat û tekoşînkirinê dan ku ji bo vegera hemû jinên koçber pêk bînin û her wiha soza avakirina Sûriyeyek demokratîk dan.