Talîban li Efganistanê pîrozkirina Roja Mamosteyan qedexe kir

Rûxmê ku li gelek deverên cîhanê Roja Mamosteyan bi rêzdarî tê pîrozkirin jî, Talîbanê li Efganistanê vê rojê qedexe kir û diyarî dayîna xwendekar a ji bo mamosteyên xwe jî qedexe kir.

BAHARAN LEHÎB

Kabîl – Rûxmê ku duh li Îranê Roja Mamosteyan bû jî, Talîbanê destûr neda pîrozkirina vê rojê. Beriya heftiyek daîreya "Amr bi'l Ma'ruf" ya Talîbanê, li bazar û mizgeftan ragihand ku pîrozkirina rojê guneh e. Duh jî erkdarên ji vê daîreyê şandin li piraniya dibistanên welat û pêşiya pîrozkirina vê rojê girtin. Heta diyarî dayîna xwendekaran a ji bo mamosteyên xwe jî hate qedexe kirin.

Rûxmê ku li gelek deverên cîhanê mamosteyan di nava pîşeyên herî rêzdar de cihdigrin jî, li Efganistanê mamosteyan yek ji beşên civakê yên herî bênirx e. Mamosteyan mûçeyên herî kêm digrin. Malbatan, mamostetiyê ji bı jinan mîna karê "ewle û hêsan" dibînin û piştgirî dikin.

Mamosteyên jin jî diyar kirin ku hertim tên biçûkxistin û rêzdarî nabînin û gotin: "Di vê civaka serdest ê mêran a ku karên malê û xwedîkirina zarokan erka jinê ya herî xwezayî û mamostetî jî herî hêsan û bênirx tê dîtin. Lêbelê him li mal û him jî li dibistanê pêşeroja welat em şêwe dikin.”

Di rojên dawî de, li zanîngehan bikaranîna telefonê ya xwendekaran hate qedexe kirin. Dersên olî û Erebî li bernameya dibistanê hatin zêdekirin. Lixwekirina cil û bergên reş ên mamosteyên jin rojane saetekê beşdarbûna dersên olî, hate zextkirin.

Xwendekar Cennet Velid bi xemginiyek mezin wiha got: "Ez ji mamosteya xwe pir hez dikim û min dixwest diyariyek bidim. Lê beriya du rojan, dayika min gazî dibistanê kirin û diyarî dayînê qedexe kirin.”

Xwendekara pola 6’emîn Leyla Vahid jî wiha axivî: "Mamosteyên me gelek ked didin. Em tenê salê carek spasiya wan dikin, lê ev yek jî nayê qebûl kirin. Ez pir xemgîn im, ji ber ku ez ê salek din nikarim biçim dibistanê.”

Mamoste Xalîde Ziya jî, axivî û got: "Talîbanê hemû tiştê bi Îslam û şerîetê ve girêdide û her pîrozbahiyê  mîna çandeke kufrê îlan dike. Lêbelê, Pêxember Muhammed jî mamosteyek bû. Çima gotin û pratîkên Talîbanê ewqas nakok in?"

Mamoste Xalîde Ziya, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em mamoste, ji xwendekarên xwe diyariyan naxwazin. Em tenê dixwazin di salê de rojek destûr bê dayîn ku em hevdu teqdîr bikin."