‘Pêwîstiya Rojhilata Navîn bi hebûna Rêber Ocalan heye’
Yusra Elîas a ku ji sala 1989’an heta niha di nav xebatên tevgera azadiya Kurd de ye, got ku “Em dixwazin gavên cidî û qanûnî ji bo pêkanîna mafê hêviyê ji bo Rêber Ocalan bê avêtin.”
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Berî ku volkana Şoreşa Jinê biteqe. Di Sala 1989’an de li hemberî zext û girtinên rêjîma Baasê, jin bi awayek veşarî di malan de wekî kom dixebitîn. Jin ji salên 1990’î heta sala 1995’an de wekî kom ber bi Lubnanê ve herikîn û bi Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hevdîtin pêk anîn.
Yusra Elias a 50 salî ku niha li bajarê Hesekê ye, li bajarê Til Temirê jidayîk bûye û li bajarê Qamişloyê mezin bûye. Di sala 1989’an de PKK’ê nas dike û ji bo pêşkêşkirina alîkariyê ji PKK’ê re xebatê eniyê vedike. Yusra di sala 1995’an de berê xwe dide Lubnanê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibîne. Yusra di malbateke oldar de mezin dibe, bavê wê pir oldar e. Dema ku PKK’ê nas dike her kes behsa Kurd û Kurdistanê dike. Yusra wê demê ji bavê xwe dipirse û dibêje Kurdistan çiye? Bavê wê dibêje “Qelenê Kurdistanê giran e. Ji bo avakirina Kurdistanê, divê xwîn bighîje çokê.”
‘Rih û armancek mezin hebû me bi hev ve girê dida’
Yusra da zanîn ku karê partiyê bi hevalên xwe re meşandiye û wiha got: “Ez di nava malbatek oldar de mezin bûm. Bavê mi bi olê ve pir girêdayî bû, ji bo wê bi rengekî veşartî, bi hevalên xwe re karê ji bo pêşxistina partiyê dimeşand. Kovar dihatin xwendin û li ser şîrove dihat kirin. Me serdana malbatan dikir û di nava erdan de nîsk û pembo diçinî. Karê me tevî xeterî û zehmetiya wê pir xweş bû. Rih û armancek me hebû, me bi hev ve girêdida. Bi wî rihî îro şaxên partiya me li her derê belav bû.”
‘Me ji gotinên Rêber Apo hêz girt’
Yusra tekez kir ku dîtina Ocalan ji bo wê û rê hevalên wê hêzek û îradeyek mezin di dilê wan de çêkiriye û wiha domand: “Di sala 1995’an de, me wekî grûp berê xwe da Lubnanê ji bo dîtina Rêber Ocalan. Ez gelek kêfxweş bûm bi dîtina Ocalan lê ji ber ku gelek kes hatibûn, xwegihandina ba wî zehmet bû. Rêbertî di axaftinên xwe de got, ‘Dozek me hey, û divê em bighîjin armanca wê. Divê em ji bo wê bixebitin û têbikoşin. Ger em ji bo wê nexebitin, kes rê li ber me venake ji bo em bighîjin armanca xwe. Dijminên tevgera me gelek in. Di dîrokê de gelek serhildan pêk hatin lê mixabin têk çû. Me bingeha şoreşa xwe di nava çiyayan de çandiye.’ Ev gotin ji bîra mi naçin, bi van gotinan min hêz girt.”
‘Bi komploya 1999’an rûreşiya rêxistinên mirovî xuya bû’
Yusra anî ziman ku komkujî û koçberiya di dîrokê de pêk hat û îro dewam dike rûreşiya rêxistinên mirovî nîşanî tevahiya cîhanê daye. Yusra diyar kir ku rêxistinên mirovî bi destê hêzên hegemon yê ku komkujiyan pêk tîne, hatine avakirin û wiha pê de çû: “Rêxistinên mirovî li ku ne? Ocalan di aliyê qanûnî de pêwîst e mafê hêviyê bidest bixe. Çima bêçalak mane?
‘Paraznameyên Ocalan çavkaniya zanîn, dîrok û rastiyê ye’
Yusra destnîşan kir ku xwendina parêznameyên Ocalan riya têgihîştina heqîqetê ye û wiha berdewam kir: “Min gelek pirtûk û nivîsên rêber Abdullah Ocalan xwendine, bi rêya wan min têgihîştina xwe ya azadiya jinan û jiyana komunal kûrtir kir. Pêwîst e her tim armancekî me hebe. Bi riya xwendina pirtûkên Ocalan emê bighêjin armanca xwe. Ji ber ku ew çavkaniya zanîn, dîrok û rastiyê ye.”
‘Şoreşa Jinê encama pêşengtî û keda salên 1989’î ye’
Yusra tekez kir ku jinên welatparêz di pêşxistin û geşkirina raman û felsefeya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan de roleke girîng lîstine. Yusra di sala 2009’an de ji aliyê rejîma Baasê ve bi tohmeta ‘xebata ji bo parçekirina Sûriyeyê û beşdarbûna çalakiyên siyasî’ hat girtin. Yusra wiha behsa wan roja kir: “Ez sê mehan di Girtîgeha Gwêrana Hesekê de mam, ev girtîgeh îrodi bin kontrola me de ye . Piştî serbestberdanê, min xebata xwe domand. Jinan bi pêşengtiya xwe sînorên ku civak ji bo wan xêz kiribû, şikandin. Şoreşa me ya Rojava, encamê keda me ya bi salan e. Bi saya vê şoreşê, jinan rêxistina xwe berfireh kirin û civakê li dora îdeolojiya rêber Abdullah Ocalan birêxistin kirin.”
Yusra balkişand ser girîngiya naskirina Manîfestoya Aştî û Civaka demokratîk wiha got: “Di vê şoreşê de, di gelek qadan de xebitîm. Di qadên siyasî, civakî, rêxistinî û çandî de. Me gelek ked û zehmetî dîtin heya em gihîştin vê qonaxê. Ji bo parastina deskeftiyên xwe divê em berê xwe bidin manîfestoya aştî û civaka demokratîk.”
‘Li Reqqa û Dêrazorê siyaseta birçîhiştinê pêk tê’
Yusra balkişand ser pêkanîna siyasetên qirkirin û birçîhiştinê ku ji dîrokê ve destpê kiriye û îro jî didome. Yusra got ku siyaseta Rêjîma Baasê di sala 2004’an de ji bo ku di navbera Kurd û ereban de fesadî bike, ketiye nav hewldanan û îro jî ev fesadî didome û wiha berdewam kir: “Li dijî gelan siyaseta qirkirin û birçîhiştinê dewam dike. Em gelekî xwedî dîrokeke hevpar in, bi hev re dijîn û bîrdoziya me jî jiyana hevbeş e. Ev siyaset ne tenê li dijî gelê Kurd e, li dijî hemû gelan e. Îro, hikûmeta demkî li dijî nifûsa Ereb li Reqa û Dêra Zorê siyaseteke birçîhiştinê pêk tîne û ev yek ji polîtîkayên herî hovane ye. Tevahiya Rojhilata Navîn bi şer û siyaseta qirêj re rû bi rû ye. Hêzên mezin û otorîter pir baş dizanin ku Rojhilata Navîn hêlîna şaristaniyan e. Ji ber vê yekê hewl didin ku ji bo berjewendiyên xwe wêranî û komkujiyan biafirînin. Felsefeya Rêber Ocalan gelan ji polîtîkayên qirkirin, birçîkirin û derketina pevçûnê digre.”
‘Pêwîst e bi gavên cidî û qanûnîbidestxistina mafê hêviyê pêk bê’
Yusra banga pêkanîna gavên cidî ji bo pêkanîna mafê hêviyê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rojhilata Navîn mîna baxçeyek bi gelek rengan e û nayê qebûlkirin rengek were tunekirin, ji ber ku wê bedewiya baxçe winda bibe. Ji ber vê yekê, sîstemeke yekreng li Rojhilata Navîn nayê qebûlkirin û xeterî ye. Em dixwazin gavên cidî û qanûnî ji bo pêkanîna mafê hêviyê ji bo Rêber Ocalan bê avêtin. Qonaxa ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, pêwîstiya wê bi hebûna Rêber Ocalan heye.”