MKG: Binpêkirinên mafan li dijî rojnamegerên jin didomin
MKG’ê diyar kir ku di meha Nîsanê de herî kêm 34 rojnameger tên darizandin, li 2 rojnamegeran bi giştî 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hatine birîn, sansurê dijîtal zêde bûye, 16 platform hate astengkirin û 5 rojnameger hê girtîne.
Navenda Nûçeyan – Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG)’ê rapora meha Nîsanê ya derbarê binpêkirinên dijî rojnamegerên jin de parve kir. Di raporê de hate diyarkirin ku binpêkirinên mafan li dijî rojnamegerên jin, bi awayek pir alî û sîstematîk didome, rojnamegerî hem di qadê de hem di mekanîzmayên darazê, hem jî di qadên dijîtal de di nava zextan dene.
Xebatên çapemeniyê rasterast dibin hedef
Di raporê de hate îfadekirin ku her çend êrîşên rasterast ên fîzîkî û pêlên binçavkirinên giran di meha Nîsanê de sînordar xuya dikirin jî, astengkirina şopandina nûçeyan a rojnamevanan, gefên li dijî wan û jiholêrakirina mafê wan ê pirsan binpêkirinên berbiçav bûn û wiha hate gotin: “Bi taybetî, biryarên ku beriya 1'ê Gulanê hatine girtin da ku rê li ber ketina rojnameyan a ji bo herêmê bigirin û tepeserkirina fîzîkî ya lêpirsîna rojnamevanekî ya li parlamentoyê nîşan da ku çalakiyên çapemeniyê rasterast hatine hedefgirtin. Di vê pêvajoyê de, gef û destdirêjiyên li ser bingeha zayendî li dijî rojnamevanan berdewam kirin. Gefxwarin û destdirêjiya devkî ya li dijî, Gerînendeya Nûçeyan a JINNEWS û Seroka Şaxa me ya Wanê, Oznur Deger a di hevpeyvînek li kolanê de, careke din rîskên ku rojnamevanên li qadê dixebitin pê re rû bi rû dimînin, eşkere kirin.’
‘Daraz veguherî amûra zextê’
Rapor cîh dide van binpêkirinan: “Cezayê 6 sal û 3 meh ê girtîgehê ku bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” li rojnameger Hamdiye Çiftçi Oksuz hatiye birîn, mînakek berbiçav a krîmînalîzekirina rojnamegeriyê ya bi rêya pergala dadwerî ye. Di warê azadiya derbirînê de, zexta dadwerî di meha nîsanê de bi awayekî berbiçav berdewam kir. Gelek rojnamevan bi tohmetên wekî "endamtiya rêxistinê", "propagandaya rêxistinê", "heqaret" û "rûreşkirina dewletê" bi lêpirsîn û darizandinan re rû bi rû man. Hejmara zêde ya dozên berdewam û rojnamevanên ku têne darizandin nîşan dide ku dadwerî veguheriye amûrek zextê; cezayên girtîgehê yên hatine birîn nîşan didin ku, çalakiyên rojnamegeriyê tên krîmînalîzekirin. Berdewamiya ji nû ve darizandinan û dubarekirina cezayan, nemaze tevî biryarên binpêkirinan ên Dadgeha Destûrî, wekî delîlên girîng derdikevin pêş ku biryarên dadwerî bi awayekî sîstematîk li dijî rojnamevanan têne sepandin.
Astengiyên BTK
Bûyerên di warê tora dîjîtal de şêweyên nû yên sansurê eşkere kirin. Di meha Nîsanê de, hesabên medyaya dîjîtal ên gelek rojnamevanan hatin astengkirin, platformên nûçeyan hatin girtin û gihîştina gelek gotarên nûçeyan hate sînordarkirin. Ev yek êrîşek rasterast a li ser mafê gihîştina agahdariyê nîşan dide. Tedbîrên astengkirinê yên ku hatine sepandin, nemaze yên li ser daxwaza Desteya Teknolojiyên Agahdarî û Ragihandinê (BTK) û qedexeyên ku bi hinceta Qanûna Hejmara 5651'ê hatine danîn, nîşan didin ku tê xwestin qada dîjîtal jî di bin kontrolê de were girtin. Ji aliyekî din ve, nebûna binpêkirinên tomarbûyî yên di warên mafên aborî û civakî de nîşan dide ku şêweyê tepeserkirinê guheriye. Li şûna jikarderxistina rasterast an betalkirina kartan, tê xwestin rojnameger bi rêya mekanîzmayên daraz û sansurê nexebitin. Daneyên meha nîsanê eşkere kirin ku zextên li ser rojnamevanan ne bûyerek tenê ye, lê siyasetek piralî û berdewam e. Di vê pêvajoyê de, ku astengkirina li qadê, krîmînalîzekirina bi rêbazên qanûnî û sansura dîjîtal di heman demê de têne bikaranîn, rojnamevan hem di mafê xwe yê pratîkkirina pîşeyê û hem jî di mafê xwe yê agahdarkirina raya giştî de bi binpêkirinên cidî re rû bi rû dimînin."
Binpêkirinên li beramberî azadiya îfade û derbirinê
Herî kêm derbarê 2 rojnamegeran de lêpirsîn hate vekirin, gef li 1 rojnamegerê hate xwarin, şopandina nûçeyên 2 rojnamegeran hate astengkirin. Li beramberî qada medyaya dijîtal astengiyên xwegihandinê dom kir. Binpêkirinên li dijî şertên xebatê, ewlehî û mafê jiyana rojnamegeran didome. Li gorî daneyên hatine ragihandin, herî kêm gef li 1 rojnamegerê hate xwarin, şopandina nûçeyên 2 rojnamegeran hate astengkirin. Her wiha 2 qadên waşanê rastî êrîşan hatiye. Di çarçoveya binpêkirina azadiya îfade û derbirînê li dijî rojnamegeran de herî kêm derbarê 2 rojnamegeran de lêpirsîn hate vekirin, derbarê 1 rojnamevanê de doz hate vekirin. Hejmara dosyayên darizandina wê didome bû 12, di van dosyayan de bi giştî 34 rojnameger tên darizandin. Ji aliyê dadgehan ve bi giştî 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li 2 rojnamegeran hate birîn. Li gorî daneyan, ji 4’ê Çileya 2023’an ve herî kêm 5 rojnameger hê girtîne.
Derbarê binpêkirinên dijî mafê civakî û aborî, ji karderxistin an jî betalkirina qerta çapemeniyê de tu dane nehate parvekirin. Li qada tora dijîtal zext dewam kirin. Herî kêm 3 hesabên tora dijîtal hatin girtin, xwegihandana 16 platformên medyaya dijîtal hate astengkirin.
Lîsteya rojnamegerên girtî:
*Elîf Bayburt- Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA)
*Hatîce Duman – Xwediya Rojnameya Atilim û midura kar û barên nivîsînê
*Nadiye Gurbuz – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA)
*Ozden Kinik – Xebatkara TRT’ê
*Pinar Gayîp – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA)