‘Înkarkirina zimanekî, qirkirina neteweyekê ye’

Jinên ji bajarê Kobanê bertekên tuj li hember hikûmeta demkî ya Suriyeyê raber kirin û gotin: “Ji bo ku em xeyalên xwe yên jiyana bi zimanê Kurdî pêk bînin, emê serî li hemberê qirkirina zimanê dayikê netewînin.”

Kobanê – Hikumeta demkî a Sûriyeyê heta niha zimanê Kurdî bi awayekê fermî di nava destûra Sûriyeyê de nepejirandiye. Her wiha gelek nêzîkbûnên raber dike ne li gor rihê entegrasyonê ye. Bi taybetî jî di demên dawî de nêzîkatiyên li hember mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî û li bajarên Rojavayê Kurdistanê hewildanên rakirina tabeleyên Kurdî û guhertina navê dibistanan bi xwere fikaran avadike. Her wiha hikûmeta demkî li bajarê Kobanê û herêma Cizîrê navê, gund, bajar û hîn deverên cuda li gor xwe di guherîne. Ev yek di nava gelê Rojavayê Kurdistanê de dibe sedemên bertek û helwestên tuj. Lewra li hember ev feraset û nêzîkatiyên hikûmeta demkî li seranserê Rojavayê Kurdistanê çalakî tên li dar xistin.

Li dijî van kiryarên ku hikumeta demkî dixwaze li ser gel ferz bike şêniyên bajarê Kobanê çalakiyên cur be cur li dar dixe. Jinên ji bajarê Kobanê bi hirsekê mezin bersiva van êrişan didin. Derheqê vê mijarê de ji ajansa me re axivîn.  

‘Xweseriya herêmên Kurdî tê qirkirin’

Gulîstan Etî a dibêje xweseriya Kobanê tê binpêkirin, helwesta xwe bi van gotinan anî ziman: “Kobanê bajarê Kurdane, ziman û çanda wê jî bi Kurdî ye. Em li hember vê yekê gelek bi hirsin li ser ziman û çanda me siyasetek pir qirêj tê meşandin û bi vê awayî xweseriya Kobanê tê binpêkirin. Piştî ewqasî têkoşîn û destkeftî em dibînin ku careke din heman hişmendiya qirker li ser me tê ferzkirin. Dixwazin navê bajar, navçe û dibistanên me bi guherînin em vê yekê qebûl nakin û ev yêk ne li gor rastiya civaka Kobanê ye. Ev guhertin bi ti awayî temsîltiya rastiya civaka Kobanê nake.

Gulîstan di nava gotinên xwe de dibêje daxwaza wan ewe ku bi zimanê xwe yê resen jiyan bikin û wiha dibêje: “Daxwaza gelê Kobanê zelal e, piştî ewqas xebat, şehîd û keda hatiye dayîn wê Kobanê hem di hêla xweseriya xwe de û heman demê de di hêla ziman de xwe bi parêze.  Qaşo dê xweseriya herêmên Kurda bihata parastin, lê em dibînin ku di derfeta yekê de zimanê Kurdî tê înkarkirin û zimanên cuda li şûna wê tê ferzkirin. Ji ber vê yekê weke gelê Kurd yê Kobanê em dibêjin; divê ziman û nasnameya me a resen were parastin. Di hêla pirrengiya ziman, ol û bawerî de Sûriye gelek dewlemende.”

‘Ji bo nasname, çand û zimanê Kurdî 14 hezar şehîd hat dayîn’

Hêvîn Îsmayîl di nava gotinên xwe de balê dikşîne li ser bedelên ku ji bo ziman hatiye dayîn. Hêvîn di derheqê vê mijarê de wiha dibêje: “Me ji bo misogeriya hebûn, nasname û zimanê xwe zêdetirî 14 hezar şehîd daye, ji bo vê jî gelo ma hêsan e di roja îro de kiryarên wiha bipêşbikevin û em jî bipejirînin? Weke herêm ji destpêka şoreşê ve em bi rihê Netewa Demokratîk tevdigerin û dibêjin pêwîste her pêkhateyên li Sûriyeyê jiyan dike pêwîste bi ziman, çand û bi baweriya xwe were nasîn û qebul kirin. Lê em dibînin ku hikumeta demkî berovajî vê yekê feraseta netew dewletê ya ku dibêje yêk ziman, yêk netew û yêk bawerî li ser me ferz dike. Emê vê yekê bi tu awayî qebûl nekin.”

Hêvîn bang li hikumeta demkî dike û dibêje li hember dewlemendiya ziman, çand û baweriya di nava Suriyê de tê jiyîn bi rêzdar bin. Hêvîn: “Em bi awayekê vekirî û zelal didin diyar kirin ku em li dijî van sepandinên ku li hember ziman û hebûna me tê kirinin. Emê înkarkirina zimanê xwe qebûl nekin û li dijî van êrîşan jî bê helwest nemînin. Çawa rêzdariya me ji bo zimanên din heye, divê hikûmeta demkî jî rêz raberê zimanê me bike û zimanê me ne nas bike. Xebat û têkoşîna me jî wê ji bo vê yekê be, emê dest ji nasname û zimanê xwe jî bernedin.”

‘Ez qebûl nakim navê dibistana min were guhertin’

Yek ji xwandekara dibistana Şehîd Bêrîtan Robîn Mamo ku diçe refa 8 li hember van sepandinan bi vê awayî hirsa xwe raber dike: “Hikumeta demkî çawa hat ser desthilatdariyê yekser zimanê me, xwendin û nasnameya me înkarkir. Em jî weke xwendekar ku bi salên dirêj e bi zimanê xwe yê dayîkê dixwînin, van kiryarên bi armanca înkarkirina zimanê Kurdî tê meşandin qebûl nakin. Dibistanên me yên ku bi salan e em di bin navê wê de xwendina xwe dewam dikin û perwerdehiya xwe lê dibînin, çawa dibe ku were guhertin.”

Robîn dibêje ezê çawa destûr bidim ku navê dibistana min were guhertin û got: “Bi taybet dibistana min a bi navê şehîd Bêrîtan e ku em bi saya van şehîdan dikarin bi ziman û çanda xwe ya resen jiyan bikin, xwe nas bikin û bibin ayîdê xwe. Emê çawa destûr bidin ku navê dibistanê were guhertin.”

‘Emê ji bo pêşeroja zimanê xwe serî netewînin’

Xwandekara refa 9 Rohat Elî di derheqê van sepandinan de wiha dibêje: “Nifşên ji me mezintir derfetê ku bi zimanê xwe yê dayîkê bixwînin, perwerde bibînin û bi çanda xwe jiyan bikin ne dîtin. Lê em weke nifşê nû gelek bi şansin ku ev derfet di destê me de heye û me ji refa yekê de perwerdeya xwe bi zimanê dayîkê destpê kiriye.”

Rohat di dawiya gotinên xwe de dibêje emê li hember van kiryaran bêdeng nemînin û serî lihember vê netewînin. Rohat bi vê awayî gotinên xwe dawî dike: “Xeyalên me ewe ku em bi zimanê xwe zanîngehê bixwînin, bibin akademîsyen, mamoste her wiha bibin bijîşk. Wê tu hêz nikaribe me ji xeyalên me qut bike. Em tu qedexeyan  nasnakin. Ji bo ku em van xeyalên xwe yên jiyana bi zimanê Kurdî pêk bînin, emê serê li hemberê qirkirina zimanê dayikê netewînin.”