Li Efganîstanê ji bo pêlek nû yê kuştinên jinan hişyarî
Tevgereke jinan a li Efganistanê li dijî zêdebûna kuştinên jinan hişyariyê dide û ji ber zêdebûna tundiyê, Talîbanê berpirsyar dibîne.
Navenda Nûçeyan – Çalakvanên tevgera "Guhertina Dîroka Jinên Efganî" hişyariyê didin ku di mehên dawî de kuştinên jinan pir zêde bûne. Ew tekez dikin ku polîtîkayên Talîbanê û dûrxistina jinan ji jiyana giştî bûne sedema zêdebûna binpêkirinan û nebûna edaletê.
Tevgera Jinên Efganistanê ya bi navê “Guhertina Dîroka Jinên Efganî” îro daxuyaniyek weşand û bal kişand ser rewşa jinan li Efganistanê. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji ber nebûna pergaleke dadwerî ya serbixwe û mekanîzmayên parastinê yên bibandor û kesên bu tundiyê re rû bi rû tên mekanîzmeyên xwe gihandina edaletê nabînin, li Efganîstanê “pêleke kuştinên armanckirî yên jinan, şîdeta navmalî û binpêkirinên mafên mirovan ên berbelav” tê jiyîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kuştinên dawî yên li herêmên cuda yên Efganistanê yên ku jinan hedef digirin "şêweyekî sazûmanî yê şîdeta li ser bingeha zayendî" nîşan didin û nîşaneya çanda berbelav a bêcezatiyê ye. Her wiha tekez kir ku “pergala edalet û hesabdayînê bi tevahî hilweşiyaye.”
Daxwaza avakirina mekanîzmayeke navneteweyî ya serbixwe
Tevgerê diyar kir ku polîtîkayên ku ji hêla Talîbanê ve têne sepandin - dûrxistina sîstematîk a jinan ji jiyana giştî, sînorkirinên tund li ser perwerde û kar, ne darizandina sûcdarên tundiyê - hawîrdorek xeternak afirandine ku berdewamiya binpêkirinên li dijî jin û keçan hêsan dike. Tevgerê bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku tiştê ku ew wekî “pergaleke apartheidê ya li ser bingeha zayendî" li Efganistanê bi nav dikin, qebûl bikin û gavên berbiçav bavêjin da ku binpêkirinan belge bikin û kesên berpirsyar bînin ber edaletê. Her wiha wan daxwaza avakirina mekanîzmayeke navneteweyî ya serbixwe kir ku xwediyê desthilata lêkolîn, belgekirin û darizandina binpêkirinên mafên mirovan, bi taybetî yên ku jinan hedef digirin be.
‘Divê civaka navneteweyî destek bide avakirina pergaleke siyasî ya rewa û berfireh’
Çalakvanan tekez kirin ku divê civaka navneteweyî piştgiriyê bide avakirina pergaleke siyasî ya rewa û berfireh a li ser bingeha îradeya azad a gelê Efganî û pabendî pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan û wekheviya zayendî be. Her wiha wan diyar kir ku divê pêşîgirtina li rewakirina binpêkirinên mafên mirovan û kirina parastina jin û keçan wekî pêşîniyek sereke were dayîn.
Tevgerê hişyarî da ku rewşa heyî gefek rasterast li ser mafên bingehîn ên wekî mafê jiyanê, rûmeta mirovan û wekheviyê diafirîne û dikare krîza mirovî kûrtir bike, tundiya avahîsaziyê zêde bike, bêaramiya civakî xirabtir bike û rêjeyên koçberiya bi zorê zêde bike.