NetBlock: Li Îranê qutbûna înternetê veguheriye krîza aborî

Li gorî rapora NetBlock, qutbûnên înternetê ya li Îranê didome û ket roja xwe ya 69’an. Qutbûna înternetê ji pirsgirêkek teknîkî zêdetir îşaret bi krîzek cidî ya aborî dike.

Navenda Nûçeyan – Li gorî rapora Saziya Şopandina Înterneta Serbixwe NetBlocks, li Îranê xwegihandina asta înterneta gerdûnî hê bê îstiqrare û bi awayek cidî sînordariyê didomîne. Hate diyarkirin ku li hinek herêman di xwegihandina xizmetên bingehîn ên dijîtalê de qutbûnên dem dem hene.

NetBlocks da zanîn ku ev rewş ne tenê şaşiyek yê teknîkî ye, bûye krîzek pergalî ya xwegihandina peywendiyên gerdûnî ye. Li gorî saziyê, domandina qutbûnên înternetê, rasterast bandorê li ên ku serbixwe di xebitin, xwediyên pîşeyên serbest, hilberînên naverokên dijîtal û rêveberên piçûk ên onlîne dike. Ev beş, beşek ji debara xwe li ser peywendiyên bazarên gerdûnî bi dest dixin.

Dibe ku hêza kar ya bi kalîte, ji welat qut bibe

Di raporê de hate diyarkirin ku ev qedexekirin rê li ber tinebûna firsedên kar, kêmbûna herikîna debarê ya aboriya dijîtal û zincîra li ser bingehê înternetê vedike. Li qadê gelek kes dibêjin siparîş bi awayek cidî kêm bûn, projeyên navneteweyî sekinîne, peywendiya bi mişteryên biyanî re qut bûye. Li gorî pirsporan ev rewş dibe ku rê li ber qutbûna welat ji hêza kar ya bi kalîte ya demdirêj veke.

Li aliyê din, analîzên raporê eleqeder nîşan dide ku ev rewş dibe sedem ku ev pêvajo derbarê sînordariya bînesaziyên peywendiyê û pergalên xwedî xwegihandina kontrolî, veguhere krîza aboriyê. Di van şertan de qada taybet a serbixwe û bikarhênerên derveyî hikûmetê û zextê herî zêde hîs dikin, hate îfadekirin ku xwegihandina saziyan a girêdayî pergalên fermî hê zêdetir bê îstiqrare.

Dibe ku pêşketina teknolojîk were sekinandin

Pisporên înformatîk jî hişyar didin ku qutbûnên demdirêj ên înternetê, ne tenê ziyanê didin aboriya dijîtal, di heman demê de baweriya civakê lewaz dike û pêşketina teknolojiyê hêdî dike. Hate diyarkirin ku aboriya gerdûnî ya roja meya îro di astek bilind de girêdayî înternetê ye, pirsgirêkên kronîk ên di vê qadê de jî dê bandorê li qada kar, perwerde û zincîra înivasyonê bike.

Meqamên fermî, bi gelemperî ev cûrên qedexeyan, bi hincetên kontrolên rewşên awarte ve di parêze, rexnegir diyar dikin ku ev polîtîka, ne wekheviya dijîtal zêde kiriye.