Seroka WMA xwest Nêrgiz Mihemedî bi awayek guncaw bê dermankirin

Seroka Komeleya Bijîşkî ya Cîhanî (WMA) Dr. Jacqueline Kitolo diyar kir ku derbarê rewşa tenduristiya Nêrgiz Mihemedî bi fikarin û bang li rayedarên Îranê kir ku demildest dermankirina bijîşkî ya guncaw ji bo Nêrgiz Mihemedî dabîn bikin.

Navenda Nûçeyan – Seroka Komeleya Bijîşkî ya Cîhanî Dr. Jacqueline Kitolo, derbarê rewşa Xelatgira Nobelê Nêrgiz Mihemedî ya li girtîgeha rejîma Îranê, helwesta xwe nîşan da.

Dr. Jacqueline Kitolo ragihand ku bêparhiştina nexweşekê ji gihandina bi çavdêriya bijîşkî ya pêwîst di rewşên wiha de, binpêkirineke eşkere ya mafê tenduristiyê ye û jiyana wê dixe metirsiyeke ciddî.

Banga tedawiya lezgîn kir

Her wiha destnîşan kir ku divê dewlet pabendî wê yekê bin ku girtî bi heman asta çavdêriya tenduristiya kesên asayî û bêyî tu cudahiyekê, bigihîjin dermankirina bijîşkî.

Dr. Jacqueline Kitolo bang li rayedarên Îranê kir ku gihîştina demildest û bê sînor a bi çavdêriya bijîşkî ji bo Nêrgiz Mihemedî dabîn bikin û got: “Divê Nêrgiz Mihemedî ji bo nexweşxaneyê were şandin û bi amûrên baş ji aliyê bijîşkên pispor ve bê dermankirin.”

Hêjayî bi bîrxistinê ye di 1’ê Gulanê de, Nêrgiz Mihemedî li girtîgeha Zencanê piştî ku du caran ji hişê xwe çû, krîza dil derbas kir û bi lezgînî rakirin nexweşxaneyeke Zencanê. Roja 5’ê Gulanê jî, parêzera Nêrgiz Mihemedî Şîrîn Erdekanî ragihand ku jiyana girtiya siyasî Nêrgiz Mihemedî di metirsiyeke mezin de ye û niha malbata wê hewl dide wê li jiyanê bihêle.